Çalakiyên roja ziman li ser înternetê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 3 Sibat 2021 - 00:06

Endama Sekreterya Tora Ziman û Çanda Kurdî, Zuhal Tekîner derbarê xebatên xwe yên di çarçoveya 21’ê Sibatê de axivî û got, zarok paşeroja civakê ne û ji ber wê ew ê xebatên xwe yên di çarçoveya 21’ê Sibatê de bi mijara ziman û zarok bidin meşandin. 

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî  (UNESCO) sala 1999´an ji bo pêşiyê li ber tinebûna zimanan bigire, 21’ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê îlan kir. Tora Ziman û Çanda Kurdî jî ji bo parastina Zimanê Kurdî di çarçoveya amadekariyên 21'ê Sibatê de xebatên xwe didomîne. Derbarê xebat û plansaziyên 21’ê Sibatê de Endama Sekreterya Tora Ziman û Çanda Kurdî, Zuhal Tekîner got, “Ji ber rewşa zimanê Kurdî û bikarneanîna ziman me li ser medyaya civakî kampanyayek bi navê 'Dersa Kurdî hildibijêrim' da destpêkirin. Bi vê kampanyayê armanca me ew e ku em bidin nîşan ka ji ber pergalê û serdestan çi tê serê Kudan. Heta 21’ê Sibatê ev kampanyaya me wê bidomîne.”
 
Mijar ziman û zarok e

Zuhal Tekînerê wekî din got, “Heke zarok zimanê civaka xwe bi kar neînin, ew ziman wê bimire. Ji bo her zimanî ev lê ye. Ji ber wê jî em bang li malbatan dikin da ku di warê bikaranîna ziman û hînkirina ziman de baldar bin.”

Zuhal Tekînerê xwest Kurdî xwe ji malê bigihîne tevahiya warên civakî: “Ziman herî zêde bandorê li zarokan dike. Zarok zimanê Kurdî tenê wek zimanê malê dihesîbînin. Ev pirsgirêkeke pirr mezin e. Ji ber ku ev rewş nakokiyan di serê zarokan de çêdike û bandoreke pirr nerênî li ser wan dike. Ji ber vê, zarok xwe ji hizra, Kurdî zimanê nava malê ye, nikarin xilas bikin. Xebatên ji bo zimanê Kurdî divê ji dibistanê dest pê bikin. Ji ber ku zarok pirraniya jiyana xwe li dibistanan derbas dikin.”
 
´Têkoşîn û xebata me wê zêde bibe´

Zuhal Tekînerê bal bire ser zext û êrişên li dijî ziman û got: “Zext û êrişên li dijî Kurdî zêde ne. Armanca êrişan jî ew e ku Kurdî tine bikin. Ligel van êrişan Kurd têdikoşin. Çiqas qedexe li ser Kurdî hebe jî gelê Kurd ji bo zimanê xwe biparêze alternatîfan ava dike.” 

Di dawiyê de Zuhal Tekînerê got, “Me di vê pêvajoyê de pirraniya xebatên xwe li ser medyaya civakî pêk anîn. Bi rêya wê me karî xwe bigihînin milyonan. Êdî her kes aktîvîte û karên xwe li ser medyaya civakî dike. Hewiha teknolojî di warê bipêşxistina ziman de bi roleke girîng radibe.”

JINNEWS/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.