Çalakiyek ji bo hunera wênesaziya hemdem

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 6 Kanûn 2023 - 00:25

Bi beşdariya gelek hunermend û wênesazên bajarê Kerkûkê çalakiyeke hûnerî bi sernavê ‘Hunera Wênesaziya Hemdem’ li Salona Şeqamî Cumhurî hat lidarxistin.

Li bajarê Kerkûkê ji bo hunermend û mamostayê Peymangeha Hûnerên Xweşik çalakiyeke hunerî ji bo Senger Qubadî hat lidarxistin. Çalakî bi sernavê “Hunera Wênesaziya Hemdem” bi danasîna hunermend û serpêhatiyên wî destpê kir.

Senger Qubadî di çalakiyê de axivî û got; “Di vê serdemê de ku em têde dijîn, ji 70 salên borî re hevdem tê gotin. 50 salên borî di hunera wênesaziyê de bi navê hemdem tê binavkirin. Beriya wê demê, her tim tabloyên wêneyan rawestiyabûn. Piştre liv û tevgera wan hat dayîn û yek ji armancên hunera hemdem jî ew bû. Armanceke din jî rakirina sînorê di navbera jiyan û hunerê de bû, da ku huner êdî nekeve bin destê elîtan. Belê, mirovên asayî dikarin huneran ji nêz ve bibînin û temaşevanan beşdarî hunerê bikin, ev jî armanceke din ya hunera hemdeme.”

Astengiya di navbera bîner û tabloyan de

Qubadî di berdewamiya axaftina xwe de behsa hunera hemdem kir û wiha got: “Di pêşangehên klasîk de destûr nehat dayîn ku gelê asayî û xizan beşdarî pêşangehan bibin. Bi awayeke wisa ku temaşevan ji berhemên hunerî dûr bûn. Di navbera temaşevan û tabloyan de astengî hebû, destûr nedihat dayîn ku tabloyên wêneyan ji nêzîk ve bibînin. Karên hunerî û tablo ewqas pîroz bûne, destûr nedan ku mirov nêzîk bibin. Lê hunera hemdem ev nêzîkatî guhert.”

Qubadî di warê hunera hemdem de yekane wênesazê Kerkûkê tê dîtin, weke ku ew dibêje, ew her tim ji bo wê xebitiye. Formên hevpar yên wênesaziyê derbas bikin û hunera serhildanê pêş bixin. Bi pirsgirêkên ku di civakê de hene ve girêdayî ye.

ROJNEWS/KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.