Çala Meteorîtê

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 13 Çile 2022 - 22:12

  • Me saleke din ya bi êş li pey xwe hişt, em bi birînên bindestî û koronayê derbasî saleke nû bûn.

Me saleke din ya bi êş li pey xwe hişt, em bi birînên bindestî û koronayê derbasî saleke nû bûn. Her kes piştî salê panaroma nivîs û bernameyên xwe pêşkêş dike û vê re hêvîyên xwe yên siberojê radigîhînin. Ez jî wisa bêjim: Bi hêviya di vê sala 2022´an de li pêş netewe û tekoşîna me rêyên çareseriya pirsgirekên neteweyî vebin, rêbaza yekîtiyê bibe rengê vê salê ji me gişan re serketin. Em ê îsal jî bi hev re di nava keleh, xweşikî û awirên xwezaya welêt de bi vê rêzenivîsê bigerin û welatê xwe binasin. Dibe ku ev nasîna welatê me, bibe bingehê xwirtbûna welatparêziya me.

Lewre, gelek tiştên li welatê me hene, li welatên din tinene. Bi azadiya welatê me re wê hemû cihana bi wijdanê berîkê çavkor, rastiya vê dergûşa mirovahiyê bibîne. Ji bo xweşikiyên welatê me weke kanalên lavaya Qerehesenan, şikeftên Çiyayê Cîlo, şikefta qeşayê ya Bazîdê û her wiha Çala Meteorîtê ya di nava erdnigariya Bazîdê de, ya ku nêzî gora Ehmedê Xanê ye, werin dîtin. Bi vê mabestê, ez ê îro bi vê nivîsa kurt û agahî dagirtî vê Çala Meteorîtê bidim nasîn, lewre di cihanê de tenê çend cihên bi vî rengî hene. Ji wê jî gelek navdar e. Lê mixabin ku em jê bê hay in, mîna ku em ne ji wî welatî bin.

Ev Çala Meteorîtê teqrîben 35 km li rojhilatê bajarê Bazîdê li nêzîkê sînorê Rojhilatê Kurdistanê, bi qasê 3,5 km li bakurrojhilatê deriyê gumrikê yê Gurbulakê ye. Yanê li bakurê rêya transît a diçe Îranê ye. Bîsta mirov diçe gundê Gulverenê li ser piyê rastê ye û lewhayên ku rê nîşan didin jî hene. Gelek kesên hay ji vê Çala Meteorîtê hene, bîsta di vî deriyê gumrukê re derbas dibin, berê hewl didin ku wê çalahiyê ziyaret bikin. Lewra anegorî daneyên berdest, piştî Çala Meteorîtê ya li Alaskayê çala herî kûr û herî mezin a ku ji lêdana Meteorîtê maye, ev der e. Ev çal di pirtûkên erdnigariyê yên gelek welatan de heye. Gelek tûrîstên ji welatên cûr bi cûr dikişîne. Bes em ên xwediyê wê erdnîgariyê jê bê hay in. Em bi taxa Çînçîn ya li bin keleha Enqerê dizanin, lê bi vê bedewîya cihanê û rastiya gerdûnê nizanin.

Mixabin lêkolînên zanistî yên bingehîn ên ku bikanibin bi her awayî vê çalahiyê bidin nasîn, hîna pêk nehatine, xuya ye, dewleta dagirker jî vê naxwaze. Ji wê, dema lêdana meteorîtê jî jisedîsed nayê zanîn, tenê tê gotin ku ev meteorît di navbera salên 1880 – 1885´an de li vir ketiye, dengê lêdanê bi dehan kilomêtre dûr hatiye bîhîstin, bûye mijara çîrokên gel; weke "Ji ber xwînxwariya zalimên li ser vê erdnîgariyê xwedê û ezman li me hatine xezebê!" Di wan deman de li Serhedê komkujiyên li ser gelê me yê Êzdî jî hebûn. Di nava gel de ev gotin jî heye: "Xwedê ev zilm nepejirand û bi zinarên ezman hişyar kir!" Piştê ketina Meteorîtê li tevahiya erdnîgariya Bazîdê erdhejeke mezin çêbûye, gelek xanî hilweşiyane, zinarên li ser giran gilorbûne. Av û çemên havîrdorê, xwerû jî ava gundê Gulverenê bi rojan şêlû wek heriyê herikiye. Hê jî di nava gundên li nêzîkê wê çala Meteorîtê de, ev mijara lêdana Meteorîtê bi kelecan tê gotin.

Erdnigariya cihê ku Meteorît lêketiye, cihekî têkilheviya kevirên kilsê û kevirê gewr e. Çala Meteorîtê ji bazaltê reş ên parçebûyî tije ye, hîç kevirê kilsê xuya nake. Ev Çala Meteorîtê 60 metreyan kûr û medeya berahiya nava gilovera wê jî 35 metre ye. Ev jî bi aşikarî nîşanê me dide ku ev meteorît bi weş û giraniyeke gelek mezin û bi hêza ku pîvana wê wek hêza bi sedan bombeyên Hîroşîmayê be, li vir ketiye. Ti kesî nediye, lewra tê gotin ku bi şev pêk hatiye.

Mixabin ku agahiyên li ser vê Çala Meteorîtê yên berdest bi tevahî ev in. Bes gelek çîrokên li ser wê çalahiyê hene, bi hêviya kesayetiyên wê herêmê bikanin wan bicivînin û bi awayekî wejeyî pêşkêşê bala kurdistaniyan bikin. Bi vê mabestê berê sala nû li tevahiya Kurdistaniyên li rastiyên xwe xwedî derdikevin pîroz be, hetanî mijareke din bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.