Çal û kortên kolanan bi mozaîkan dixemilîne

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 20 Cotmeh 2022 - 04:13

Ji bo meriven afirîner rê û rêbazên ku hûnerê xwe pêk bînin, gelek in. Jim Bachor li Chicago ya DYE’yê domîne. Ew kortik û çalên kolanan bi mozaîkên xweşik dadigire û bi vî awayî hewl dide tabloyên şêwekarên navdar ji nûve şirove bike. Ew vê yekê weke peywirekê dibîne. Axir wî ev yek ji xwe re kiriye kar. Navê koleksiyona xwe jî kiriye “Master Pieces”.

Jim Bachor ji bo van mozaîkên xwe yên ku li çal û kortikan çêdike ji Instîtuya Chicago ya Huner sûdê werdigire û hin parçeyên îkonîk yên li wir bi kar tîne. Wî bi vî awayî çal û kortikên Chicagoyê bi mozaîkan xemilandine û bala xelkê kişandiye. Wî tenê çar xebatên wiha çêkirine, lê dîsa jî xebatên wî li kolanan dengvedan.

Wî li cihekî jî bi mozaîkan wiha nivîsandiye, “Divê Instîtûya Chichago ya Huner vî hunerî fînanse bike û piştgiriyê bidiyê.”

Jim Bachor dibêje, “Heger ev berhemên min ne li çal û kortikan lê li ser tuwalan bûna, min ê her yek bi qasî 3 hezar 500 dolaran bifirota. Lê dîsa jî tiştek nabe, kesên ku di kolanan de dimeşin, diçin kar û malên xwe rastî mozaîkên min tên û ev tiştekî xweş e.”

CHICHAGO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.