Bûyera li Hewlêrê gelek tişt gotin

Nûçeyên Forum

În 21 Gulan 2021 - 04:23

FERMAN MIHEMED

 

Bûyera xwe şewitandinê ya ciwanê ji Rojhilatê Kurdistanê di 18'ê vê mehê de li ber avahiya nûneriya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê, perdeya li ser komek mijarên veşartî, yên li pişta quncikan jî hildaye.

Bi awayekî, vê bûyerê ji herkesî re got, ew bangên ji bo mafên mirovan, divê mirov gumanê ji wan bike.

Ew ciwanê ji Rojhilat, Mihemed bû. Ew beriya bi çar salan ji ber sedemên siyasî berê xwe dide Başûrê Kurdistanê. Lê tevî vê jî Başûr ji bo wî nebûye penageheke aram. 

Cihê, wî agir bi bedena xwe xist, li ber avahiya nûneriya Neteweyên Yekbûyî bû. Yanî ew devera ku rêxistin jê ji bo mafê mirovan û penaberan bang li cîhanê dike. Tevî ku çend metroyekî li wî aliyê berpirsên Neteweyên Yekbûyî mirovekî agir bi canê xwe xist jî, ti şop û şûn li pey neman. 

Ev rewşa hanê ne bûyereke ji rêzê bû ku mirov bi hêsanî lê binihêre, berevajî,vê, wê komek pirs û gumanan ava kirin li ser wan bangên ji bo parastina mafê mirovan.

Wiha xuya ye ku Mihemed nimûneya bi hezaran welatiyên penaber ên ji beşên din ên Kurdistanê tên li Başûrê Kurdistanê ye, lê ew ne xema desthilata herêmê û ne jî ya rêxistinên navneteweyî ne. 

Li gorî hejmarên fermî û statîstikan, tenê hejmara malbatên penaber ên ji Rojhilatê Kurdistanê yên li kampên penaberan bi sedan in. Ew li sê kampên sereke dabeşkirî ne.

Ji wan, li Komelgeha Kawe ya li parêzgeha Hewlêrê 350 malbat dimînin. Li Kampa Barîke ya li Silêmaniyê jî hejmara malbatên ji Rojhilatê Kurdistanê 500 e. Di heman demê de li Kampa Şêrewen a li Kelar a ser bi Germiyanê jî qederê 60 malbatî hene.
Ev ji bilî hejmara wan malbat û welatiyan e ku li derveyî kampan dimînin û bajarên Başûrê Kurdistanê dimînin.

Serpêhatiya trajîk a welatiyên penaber ên ji Rojhilat a li Başûr bi vê bi dawî nabe. Belê ew ji ber gelek pirsgirêkan azarê dikişînin ku pêkhatina beşekê ji wan heta bi salên 80'yî yên sedsala bihurî diçe.

Serê pêşî beşek ji wan li Kampa Eltaş a nêzîkî parêzgeha Enbar, 120 kîlometroyan li jêra Bexdayê bi cih bûn. Paşê, piştî hilweşina rejîma Beesî di sala 2003'yan de ji ber nebûna ewlekariyê, penaberan kamp bi cih hişt û ji nû ve penaber bûn. Ew çûn û li navçe û bajarên cihê yên Başûrê Kurdistanê bi cih bûn. 

Niha, tevî ku bi salan e li Başûrê Kurdistanê dimînin, ji mafên xwe yên herî besît jî bêpar hatine hiştin, ev jî nedana regeznameyê ye, mafê welatîbûnê ye. 

Li gorî qanûna mafên ferdan a Iraqê, her penaber piştî 10 salan li Iraqê bimîne, mafê wî heye ku doza nasnameya Iraqî bike, yanî bibe welatiyê Iraqê. Ev mafê hanê diviya ji bo tevahiya penaberên ji Rojhilatê Kurdistanê misoger bûya.

Niha welatî hene ku temenê zarokên wan ji 30 salan bihuriye û bi xwe jî li Iraqê hatiye dinê. 

Tevî jiyana zehmet jî di serdema rejîma Beesê de mehane pêdiviya wan a xwarinê dihat dabînkirin, lê belê ev çar sal in ku ew ji vî beşê pêdiviya xwarina mehane jî hatine bêparkirin. 

Ji ber jiyana xwe ya zehemet penaberên ji Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûr ji neçarî dev ji xwendina xwe berdidin û berê xwe didin karkeriya giran: Ev karê hanê jî bermaberî pereyekî kêm e ku gelek caran têra debara jiyana rojane jî nake. 

Ev jî beşeke kurt bû ji serpêhatiya penaberên ji Rojhilat ên li Başûr, lê belê ya ku mesele ye elaqedarî bûyera roja 18'ê mehê, gava ku ciwanekî rojhilatî agir berda canê xwe, kesî li sedem û egerên wê yekê nepirsî ka çima wî ciwanî xwe avêt bextê xweşewitandinê. Dibe ku di çend babetên din ên wisa de trajediyên penaberên li Başûr ên ji beşên din ên Kurdistanê veşartî be.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.