Burokrasî kêm dibe aborî civakî dibe

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 30 Nîsan 2022 - 03:23

  • Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb: Em dixwazin aboriyeke civakî li herêmê pêk were. Divê veberhênanên taybet bên kirin, bi şertê ku ne li dijî aboriya civakî bin. Divê keysbazî tine be. 

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê û endamê Komîteya Teng a Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hikmet Hebîb, pêr êvarê tev li bernameyeke taybet a ANHA´yê bû û behsa bendên nû yên peymana civakî kir.

Der barê kêmasî û pirsgirêkên pêvajoya berê de Hebîb got, bi xebata peymana civakî û sazkirina 3 destûran re, kêmasî di kar û xebatên Rêveberiya Xweser de çêbûn. Lewma diviyabû hevpeymanek ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bihata avakirin.

Hebîb wiha dewam kir: “Bingehê peymana heyî, her sê destûrên berê ne. Ev peyman giştî ye, ji ber ku qanûn û perspektîfên hemû herêmên din; Cizîr, Firat, Dêrazor û Reqayê dihewîne.” 

 

Dixwazin burokrasiyê bi dawî bikin

Di vê peymana civakî ya nû de li gorî Hebîb, burokrasî tê kêmkirin: “Bi rêya vê peymanê em dixwazin burokrasiyê bi dawî bikin, peymaneke civakî layîqî fedakariyên civakê amade bikin. Berê komîn, şaredarî, navçe, kanton, herêm piştre herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sazûmaniya berê wiha bû. Lê niha sazûmaniya nû rê kurt kir û bû; komîn, şaredarî, meclisa bajêr, kanton û herêmên Bakur û Rojhialtê Sûriyê, yanî bi giştî me 3 gav kurt kirin, dema ku welatî bixwazin miracaetî saziyan bikin." 

 

Veberhênanên taybet divê li xêra civakê bin  

Têkildarî aliyên aborî, civakî û sazûmanî yên peymanê de Hikmet Hebîb got, "Em dixwazin aboriyeke civakî li herêmê pêk were. Divê veberhênanên taybet bên kirin, bi şertê ku ne li dijî aboriya civakî bin. Divê keysbazî tine be. Qada perwerdeyê serbixwe ye, ji xwe Meclisa Perwerde û Fêrkirinê heye."

 

Guhertinên dawî û Komîseriya Bilind a hilbijartinan

Di dawiyê de Hikmet Hebîb got, “Em civînan bi saziyên Rêveberiya Xweser û komînan re li dar dixin, piştî cejna Remezanê em ê bi gel re civînan li dar bixin. Ev civîn wê mîna referandûmê bin û li gorî pêşniyaz û nihêrînên xelkê, heger pêwîst bû em ê guhertinan çêkin.” 

Hikmet Hebîb got, divê heta 20`ê Gulanê ev xebat bi dawî bibe û Meclisa Giştî peymanê erê bike, di heman demê de dê komîteyên serjimariyê xebatên xwe piştî Remezanê bi dawî bikin û dê piştre Komîseriya Bilind a Hilbijartinan bê avakirin.

YEHYA EL-HEBÎB/ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.