Bûne nûnerê heqîqeta Rêber APO

Duşem 18 Mijdar 2024 - 02:55

HPG’ê 4 gerîlayên di demên cuda de şehîd bûne, bi bîr anî û got:“Di şexsê hevrêyên me Kendal, Mizgîn, Xwînrêj û Bager de em soza xwe ya Kurdistana azad dubare dikin.” Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şehîdan, ev tişt diyar kir:“Sala 2018’an di êrîşa dijmin a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de hevrêyên me Kendal Dêrik, Mizgîn Umut, Xwînrêj Cûdî û Bager Farqîn şehîd bûn.

Fermandarê me yê hêja hevrê Kendal Mêrdîn bi kesayeta xwe ya kedkar û fedekar a ku bi felsefeya Rêber Apo ava kirî, her tim bû milîtanê wezîfeyên herî zehmet. 

Jina biwêrek a Rojhilatê Kurdistanê, fermandara me ya hêja hevrê Mizgîn di lêgerîna xwe ya ji bo jiyana azad de partiya me PKK û rastiya Rêber Apo nas kir. Ji bo ku bibe milîtaneke xurt a xeta azadiya jinê ya ku bi PAJK’ê re şênber bûye, bi hewldaneke mezin têkoşiya. 

Zarokê biwêrek ê Botanê hevrê Xwînrêj di kesayeta xwe de nûneriya welatparêzî, şervanî û dilsoziya gelê Botanê ya bi welêt re kir û bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Bi cesareta xwe weke heqîqeta milîtaniya Apoyî ya xurt cihê xwe yê di nava dîroka têkoşîna me de girt.

Hevrêyê me Bager ê ku bi çand û exlaqê ku ji malbata xwe wergirtî, bi felsefeya Apoyî re pijiya û bû milîtanekî egîd. Her kêliya xwe fedayê têkoşînê kir û bi pratîka xwe îspat kir ku azadî encex bi zanebûna heqîqeta Rêber Apo pêkan e. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên şehîd, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Bûne navê wêrekî û fedakariyê

Hevrê Kendal li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî yê Mêrdînê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Bavê wî di sala 1981’an de li Dêrikê hate qetilkirin. Di sala 1999’an de tevlî nava refên gerîla bû. Weke fermandarekî pêşeng, li dijî konsepta ‘Çokdanînê’ ya artêşa Tirk a dagirker, li her qadeke lê bû, kedeke mezin da. Ji bo erkên demê bicîh bîne, her kêliya xwe watedar kir. 

Hevrêya me Mizgîn, li bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2006’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me ku fermandareke şareza yê gerîla bû, li her qada ku lê bû, bû milîtaneke YJA Starê ku ji jiyana Partiyê tewîz nedida. Bi sekna xwe ya di jiyanê de û wêrekiya xwe ya di şer de, ji bo me mîraseke têkoşînê ya bêhempa hişt.  

Hevrêyê me Xwînrêj, li navçeya Silopî ya Şirnexê, di nava malbateke welatparêz a eşîreta Botî de jidayîk bû. Di sala 2012’an de ji ber xebatên xwe yên di nava ciwanan de, dîl kete destê dijmin. Piştî salekê di girtîgehê de ma, berê xwe da nava refên gerîla. Bi performansa xwe ya di çalakiyan de, bi wêrekî û fedakariya xwe, bû milîtanekî APO’yî yê mînak. 

Hevrêyê me Bager li navçeya Farqîn a Amedê, di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2015’an de dest ji beşa Endezyariyê ya Înşaatê berda û tevlî nava refên gerîla bû. Bi wêrekî, fedakarî û meşa bê dudilî ya bi ser dijmin de, hêzeke mezin tevlî hêza hevrêyên xwe kir.” Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Kendal Dêrik (Suleyman Çelîk), li Mêrdînê jidayîk bûye, 4’ê Cotmeha 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Mizgîn Umut (Aliye Îsazade), li Urmiyê jidayîk bûye, 4’ê Cotmeha 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Xwînrêj Cûdî (Serdar Bayar), li Şirnexê jidayîk bûye, 20’ê Tîrmeha 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Bager Farqîn (Muhammed Abdulrezak Eser), li Amedê jidayîk bûye, 20’ê Tîrmeha 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.