Bûn xewnereşka AKP-MHP´ê

Nûçeyên Jin

În 10 Adar 2023 - 08:24

  • Li seranserê Elmanyayê doph jinên Kurd jî tevî jinên elman û ji miletên din li meydanan bûn. Wan peyama piştgiriya bi şoreşa Jin jiyan azadî re da û got, li dijî sîstema dîktatoriya AKP-MHP´ê jinên Kurd bûne xewnereşk. 

Jinan li gelek navendên Elmanyayê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî çalakî li dar xistin. Wan got, “Em ê bi ruhê ‘Jin jiyan azadî‘ têkoşînê mezintir bikin.

DUISBURG: Li ser banga hevpar a Tîfaqa Jinan a Duisburgê, li ber Forûma Duisburgê jin hatin ba hev. Jinan li dijî qirkirina siyasî, polîtîkayên qirkirina jinan û newekheviya mûçeyan dest bi meşê kir. Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Jinan a Asya Yuksel, Zora, Young Struggle, SKB, Jina Nû, Courage, Students for Future û MLPD´ê axaftin hatin kirin. TJK-E´yê peyama xwe da. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana YPG” hatin gotin.

HAMBURG: Bi tevlîbûna bi hezaran jinan meşeke girseyî hat lidarxistin. Meşê li ber DGB Haus a Hamburgê dest pê kir û jinên Kurdistanî jî tevlî meşê bûn. Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hambûrgê bi pankarta “Jin jiyan azadî” cihê xwe li pêşiya meşê girt. Parlementera Partiya Çep a Hamburgê Cansû Ozdemîr di meşê de got, “Li gel ku dirûşmeya Jin jiyan azadî li erdîngariya Kurdistanê bilind bû, îro bi milyonan jin xwedî li vê dirûşmeyê derdikevin.” Meş li ber Parlamena Hamburgê bi gotina stranan û gerandina govendê bi dawî bû.

FRANKFURT: Bi dehan înîsiyatifên jinan, li meydana Konstablerwache hatin ba hev û bi gotina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” meşiyan. Li vir bi hezaran jin meşiyan. Meclîsa Jinan a Amara, TêkoJin, DGB-Haus, Jina Nû û Women Defend Rojava jî di nav de cihê xwe girtin. Jinan daxuyaniyeke hevpar da û got, berxwedana jinan li seranserê cîhanê yekane rêya rizgariyê ye. Di daxuyaniya li ser navê Meclîsa Jinan a Amarayê de jî hate gotin, “Em ê hesabê jinên Kurd ên ku dewleta Tirk ew qetil kirin, û hesabê qetilkirina hevala xwe Evîn Goyî a li Parîsê hat qetilkirin, bipirsin. Ev pergala serdest a mêr dijminê jinan û xwezayê ye. Me ev yek di erdheja Bakurê Kursitanê, Tirkiye û Sûriyeyê de careke din dît. Hikûmeta faşîst a Tirk mexdûrên erdhejê di bin kavilan de qetil kirin û ji ber sermayê ew qetil kirin.”

KIEL: Jin bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li bajarê Kiel ê Elmanyayê hatin ba hev.

MUNCHEN: Rêxistinên femînîst, saziyên civakî yên sivîl, jinên şoreşger ên Kurd û Elman, li Marienplatzê hatin ba hev û bi hev re meşiyan. Wan ji ber Şaredariya Munchenê ber bi navenda bajêr ve meşiyan. Di mîtîngê de li ser navê rêxistinan axavtin hatin kirin û dirûşmeya “Jin jiyan azadî“ hat gotin.

WUPPERTAL: Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Viyanê û komên xweser, jin hatin ba hev. Piştî mîtîngê jî wan dest bi meşê kir. Meclîsa Jinan a Viyanê jî di çalakiyê de axivî û dirûşmeya “Jin jiyan azadî“ hat gotin.

DARMSTADT: Meclîsa Jinan Roza û gelek saziyên mîna Streik, Frauenhaus, Stadschuler Innenrat, IL, GEW, Ver. di û Die Linke tev li çalakiya 8´ê adarê ya li Darmstadtê bûn. Di meşê de li ser navê rêxistinan peyam hatin ragihandin. Aktîvîst û rêxistinan got, ew bîr û doza pergala mêrserwer red dikin û ew ê li dijî wê pergalê, jiyana azad ava bikin. Di çalakiyê de ku behsa xwarina keda jinan, tundiya berpêyî wan, newekhevî, hat kirin. Peyama Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê (TJK-E) jî hat xwendin. TJK-E´yê îşaret bi kevneşopiya têkoşîn û berxwedanê ya jinên Kurd kir û têkoşîna ji bo azadiyê ya jinan bi pêşengiya jinên Kurd bi pêş ketiye, bûye xewnereşka pergala kapîtalîst û dîktatoriya AKP-MHP’ê.
Ji bilî van bajaran li bajarên weke Freiburg, Bielefeld, Mannheim û Bremenê û gelekên din ên Elmanyayê jî çalakiyên 8´ê Adarê roja Jinan a Cîhanê bi rê ve çûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.