Biryara Lafarge eşkere dibe

Pêncşem 10 Hezîran 2021 - 04:55

Ew dibêjin, "Lafargê dizanî ku beşek ji vî pereyî wê ji bo sûcên li dijî mirovahiyê bên bikaranîn."

Li dijî şirketa çimentoyê ya mezin a Fransî Lafarge, li Parîsê doza ji ber hevkariya sûcên li dijî mirovahiyê dewam dike. Çav li rê ye ku biryara dadgeha bilind a elaqedarî dozê 15´ê Tîrmehê li Parîsê bê eşkerekirin. Di dema dozê de gelek miracaet hatin kirin û yek ji wan jî ji bo betalkirina lêkolîna li ser hevkariya şirketê ya di sûcên li dijî mirovahiyê de bû.

Çendek komele dixwazin şirket ji ber vî sûcî jî bê dadgehkirin. Dadgeha temyîzê ya Parîsê Mijdara 2019´an biryar dabû ku hevkariya şirketê di sûcên li dijî mirovahiyê de neyê lêkolan. Doz li dijî vê biryarê jî tê vekirin.

Bi her halî, doza ji ber "fînanskirina rêxistineke terorîst“, "Xistina tehlûkeyê ya jiyana xelkê" û "Binpêkirina ambargoyekê" wê dewam bikin.  

Lafarge SA´yê bi 680 milyon euroyî fabrîkeyeke çimento li Kobanê da çêkirin û ev fabrîke sala 2010´an temam bû. Wê bi baskê xwe yê li Sûrî Lafarge Cement Syrie (LCS) bêhtirî 15 milyon dolaran bertîl û xerac da navbeynkar û komên terorîst ên weke DAIŞ´ê. Li gorî parêzera rêxistina civaka sivîl Sherpa û Navenda Ewrûpî ji bo mafên destûrî û mafê mirovan (ECCHR) ev 15 milyon dolar ji bo belavkirina terora DAIŞ´ê li herêmê "diyarker" bûn. Ew dibêjin, "Lafargê dizanî ku beşek ji vî pereyî wê ji bo sûcên li dijî mirovahiyê bên bikaranîn."

Çav li rê ye ku biryara dawî 15´ê Tîrmehê bê eşkerekirin.

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.