Biryara bidarvekirina gerîla

Çarşem 29 Gulan 2024 - 02:45

Gerîlayê HPG’ê Rêgeş (Ethem Ozdemîr) 23’ê Hezîrana 2019’an li qada Kevirê Spî ya herêma Qeleniyê di encama şerê bi Muhafizên Şoreşê ya Îranê re, hate dîlgirtin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 28’ê Tîrmeha 2019’an daxuyanî dabû û ragihandibû ku di vî şerî de gerîlayek şehîd bû û gerîlayek jî bi birîndarî dîl ketiye destê hêzên rejîma Îranê. Gerîla Rêgeş di sala 1997’an de li Agiriyê ji dayîk bûye û di sala 2014’an de tevlî PKK’ê bûye. Rejîma Îranê piştî 33 mehên girtîbûna Rêgeş, ew derxist Dadgeha li bajarê Xoyê. Piştî darizandineke kurt, di 15’ê Adara 2022’an de cezayê bidarvekirinê lê hate birrîn. Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku Rêgeş li girtîgeheke li Urmiyeyê tê ragirtin û cezayê wî yê bidarvekirinê ji aliyê dadgeha bilind ve hatiye erêkirin. Xeteriya bicîhanîna bidarvekirinê heye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.