Bîrnebûn cara 87’an derket

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 4 Îlon 2023 - 17:04

Kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya Kurdên Anatoliyê "Bîrnebûn" ev bi dehan sal e ku li Ewrûpayê tê amadekirin û belavkirin. Kovarê niha hejmara xwe ya 87'an derxistiye.

Kovara ku sê mehan carekê derdikeve bi hejmara xwe ya nû li pêşberî xwendevanên xwe ye.

Tobias Rahim Seçilmiş, superstarê Denmarkî ye. Di destpêka havînê de wî li Festîvala Roskilde bi strana "Kurdên li Kopenhangê" muzîk û govenda Kurdan bi hezaran Danîmarkiyan da nasîn. Bîrnebûnê di vê hejmara xwe de danasîneke li ser wî nivîsandiye û her wiha ev strana wî ji Denmarkî wergerandiye Kurdî.

Mem Xelîkan ku ev demek e di rêzenivîsên "Kilamên Me" de klaman dide nasîn, di vê hejmarê de klama Elî Axa daye nasîn û serboriya wê vegotiye. Dr. Bangîn Fayo jî di nivîsa xwe de li ser gotina "Lê lê" ya di folklora kKurdan de sekiniye.

Hizir Akbîna, Seyfi Dogan, Haci Akman, Nuh Ateş, Xizan Şîlan, Mehtab Îdelî, Bilal Celebli, Halil Mîrzan Kuçukyildiz, Azad Yosef Erdem, Hecî Delalî bi nivîs, helbest û lêkolînên xwe di vê hejmarê de cih girtine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.