Birêkûpêk qir dike

În 19 Mijdar 2021 - 23:54

  • Dagikeriya Tirk li Efrînê doh û pêr 2 bav û 2 kur revandin, 400 darên zeytûnan birrîn û ji bo tirkkirina deverê dibistaneke zimanê Tirkî vekir. 

Dewleta Tirk a dagirker bi hêzên xwe yên dagirkeriyê li Efrînê qirkirineke birêkûpêk li dijî Kurdan bi rê ve dibe. Di vê çarçoveyê de di nava du rojên bihurî de jî gelek kes revandin, darên zeytûnan birrîn û dibistaneke ji bo asîmîlekirinê vekir.

Li Cindirêsê artêşa Tirk a dagirker welatiyek û kurê wî, li Racoyê çeteyên Tirk ên dagirker bavek û kurê wî revandin. Li gundê Kefer Nebû jî dagirkeran 400 darên zeytûnan ên malbata Zelûha birrîn.

Artêşa Tirk a dagirker du welatiyên ji gundê Yalanqozê yê navçeya Cindirêsê ya ser bi Efrîna dagirkirî, revandin. Li gorî agahiyên li ber dest, dema ku du welatiyên Efrînê ji kantona Efrînê ji bo dermankirinê berê xwe didin herêma Ezazê ya dagirkirî, artêşa Tirk a dagirker wan direvîne. Çavkaniyên ji deverê didin zanîn ku herdu welatî li benda kontrolê ya “ewlehiya siyasî” ya artêşa Tirk a dagirker ya li dergehê kantona Efrînê ya dagirkirî, hatine revandin.

Li gorî çavkaniyan, navên welatiyên hatine revandin, Ebdulrehman Hesen û kurê wî Rodî Ebdulrehman Hesen e.

Çarenûsa kesên revandî heta nûçeya me dihat amadekirin, nedihat zanîn.

Direvînin û bêserûşûn dikin

Çeteyên “Ehrar Şerqiyê” yên dagirkeriya Tirk, mêrekî kal û kurê wî ji navçeya Raco ya Efrînê revandin û birin cihekî nediyar. Çavkaniyeke ji deverê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk ên bi navê “Ehrar Şerqiyê” ev her du ke sji yek malbatê revandine. Li gorî çavkaniyê, kesên hatine revandin Mistefa Arif ê 65 salî û kurê wî Elî Mistefa Arif in.

Aqûbata herduyan jî weke aqûbeta welatiyên ji Cindirêsê yên ku dewleta Tirk revandin ne diyar e. Dagirker gelek caran ji bo fîdyeyê ji malbatan bixwazin xelkê direvînin.

400 darên din ên zeytûnan birrîn

Çeteyên “Feyleq El-Şam” yên dewleta Tirk a dagirker qederê 400 darên zeytûnan ên malbata Zelûha ya ji gundê Kefer Nebû yêser bi navçeya Şêrawa, birrîn. 

Çavkaniyeke ji deverê da zanîn ku 400 darên hatine birrîn yên sê kesên ji heman malê ne. Yanî dar ên Mehmûd Zelûha, Îbrahîm Ehmed Zelûha, Xêro Ehmed Zelûha ne. Heman çavkaniyê ragihand ku dagirker van daran weke êzing sûkên Efrîna dagirkirî firotine.

Ev kirinên bi vî rengî jî bi pirranî ji bo wê yekê ne ku Kurdên li Efrînê hîna dimînin jî welatê xwe biterikînin. 

Navendên tirkkirinê li Efrînê

Di heman demê de hewldanên tirkkirina herêmê jî dewam dikin; dagirkeriya Tirk li navenda navçeya Raco ya ser bi Efrîna dagirkirî, dibistanek vekir. 

Di çarçoveya guhertina demografiya herêmê, ferzkirina çand û zimanê Tirkî li gund û bajarokên Efrînê yên dagirkirî de, dewleta Tirk a dagirker li navenda navçeya Racoyê bi armanca tirkkirina herêmê, dibistaneke zimanê Tirkî vekir.

Dewleta TRirk a dagirker bi heman armancê li Efrînê, Lîreyê Tirk ferz dike, wêneyên Erdogan dadiliqîne, zimanê Tirkî li dibistanan ferz dike û navend û rêyên sereke li gorî dîzayna bajarên Tirkiyê çêdike. 

M4’ê her bombe dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Xalidiyê yê rojavayê navçeya Eyn Îsayê û rêya M4´ê doh jî topbaran kirin.

Derbarê encamên topbaranê de heta nûçeya me hat amadekirin, hîna agahiyên berfereh nehatibûn bidestxistin.


ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.