Bîreke alternatîf li dijî bîra fermî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 5 Cotmeh 2023 - 16:13

OMER ÎBRAHÎMOGLU / MA / STENBOL

Muzeya Bîrê ya Ji Bo Edaleta Dîrokî ku hewl dide têkildarî binpêkirinên mafan ên di dema Darbeya 12'ê Îlona 1980'yî de li hemberî bîra fermî bîrekê çêbike, bi pêşangeha xwe ya "Rabuhirî îro ye" rastî eleqeyeke mezin hat.

Muzeya Bîrê ya Ji Bo Edaleta Dîrokî, têkildarî sûcên li dijî mirovahiyê û binpêkirinên mafan ên dema Darbeya 12'ê Îlona 1980'yî hewl dide li dijî bîra fermî, "bîrekê" çêbike. Armanca muzeyê ew e ku têkoşîna edaletê ya li dijî pêkanînên di dema 12'ê Îlonê de xuyangtir bike û hevrûbûyîna bi rabuhiriyê re çêbike, bi koleksîyonên xwe yên "Dîroka Devkî, Dosyeyên Dozan û Bireserên Bîrê" cihwarekî bîrê yê dîjîtal berpêşî serdêran dike. Muzeyê berhemên wê demê bi awayekî fîzîkî berpêş dike. Pêşangeh li Depoya Tûtinê ya li Beyoglûyê li benda serdêrên xwe ye. Pêşangeh dê heya 8'ê meha Mijdarê vekirî be. 

Di nava koleksiyonên daîmî yên Muzeya Bîrê de 235 belgeyên dîjîtal, 93 dosyeyên dozan ên fîzîkî, bi hezaran rûpel belgeyên hiqûqî, 40 hezar bireserên bîrê, 120 qeydên dîroka devkî ku zêdetirî 300 saetî ne, 518 belgeyên fîzîkî, 65 rojname û 150 pirtûk hene. 

 

Ji bo 12’ê Îlonê muzeya yekem a dijîtal

Dîrektora Muzeya Bîrê Aylîn Tekîner anî ziman ku Muzeya Bîrê ya Ji Bo Edaleta Dîrokî muzeya yekem a dîjîtal a der barê Darbeya 12'ê Îlonê de ye û di heman demê de arşîvên mafên mirovan e. Tekîner da zanîn ku ji bo di platforma dîjîtal de cihwarekî çêbikin di sala 2021'ê de tevgeriyane û got: "Em 3 salên ewil bi koleksiyonê tevgeriyan û me di 12'ê Îlona 2022'yan de wê vekir. 3 koleksiyonên ewil ên muzeya me dosyeyên dozan, bireserên bîrê û dîroka devkî ne. Em ji bo li dijî vegotina fermî bîrekê çêbikin, tevgeriyan."

 

Nexşeya êşkençeyê

Tekîner Muzeya Bîrê weke "nexşeya êşkenceyê" nirxand û got: "Wekî bîlanço em dizanin ku hejmara binçavkirinan 650 hezar e. Me jî xwest ev veguhere nav û mekanekî. Me ji van behsa 13 hezar kesan kiriye û 8 hezar kesan jî bi awayekî tekûz tespît kiriye. Me ji bo vê nexşeyek çêkir. Me bi vî awayî cureyên binpêkirinên mafan ên dema 12'ê Îlonê peyitandin. Komên me yên hiqûqê 45 cureyên binpêkirinên mafan û zêdetirî 400 mekanên îşkenceyê peyitandin. Li vê nexşeyê bicihkirina 650 hezar kesên ku wê demê hatien binçavkirin karekî dûr dirêj e, lê me bi saya vê xebatê tomar kir ku ji wan çend jê jin, çend jê zarok û çend jê mêr in."

Tekîner da zanîn ku ji bo koleksiyona dosyeyên dozê jî wan xwe gihandiye arşîvên parêzerên wê demê û van dosyeyan dîjîtalîze kirine. 
Li Tirkiye 12’ê Îlonê her dewam e!

Şêwirmenda Ragihandinê ya Muzeya Bîrê Ozlem Delîkanli jî anî ziman ku Darbeya 12'ê Îlonê hê jî neqediyaye û niha didome û got: "12'ê Îlonê bi awayine cuda didome. Niha hûn di binpêkirinên mafan de rasterast tiştekî nabînin. Ev pêşangehek e, lê ji domandina binpêkirinên mafan parçeyeke mijarê ye û Tirkiye jî parçeyeke wê ye. Pêşangeha me pir berfireh e û wekî xebatên berfireh derket holê. Ev pêşangeh bi kedeke mezin a şêwirmendên me derket holê."

Kesên ku piştevaniya pêşangehê kirine ev in:

Gulten Kişanak, Osman Kavala, Aylin Tekiner, Doga Yirik, Gulçin Aksoy, Gulsun Karamustafa, Guneş Terkol, Nil Yalter, Ozlem Sulak, Sevim Sancaktar, Tan Oral, Aybike Haydaroglu, Berin Uyar, Burcu Balliktaş Bingollu, Bulent Aydin, Cemile Çakir, Dayik û Mirovên Şemiyê, Deniz Erdem, Emel Atakturk Sevimli, Eylem Delikanli, Ezgi Bakçay, Ferhat Kentel, Feyyaz Yaman, Feza Kurkçuoglu, Fikret Akovali, Navenda Bîrê /Arşîva Bîr û Hunerê , Huseyin Yavuz, Mustafa Yukselbaba, Nevzat Açan, Oncu Dogu Gursoy, Özgul Akinci, Filiz Firtina, Nalan Yirtmaç, Ozgur Sevgi Goral, Ozlem Delikanli, Tanil Bora, Reyhan Yalçindag Baydemir, Sevgi Can Yagci Aksel, ulfet Tayli û Umide Çelik Aysu.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.