Birca Belek bûye hêvî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 1 Sibat 2023 - 10:33

SEMA CAGLAK / JINNEWS / ŞIRNEX

Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek sala 2018’an bi armanca perwerdehiya zimanê Kurdî û bipêşxistina çand û hunerê Kurdî li navçeya Cizîrê ya ser bi Şirnexê hate damezirandin. Komeleyê berî bi 3 mehan, piştî ku kongreya xwe ya asayî pêk anî, ji bo serdema nû dest bi xebatan kir. Komele di warê ziman, çand û wêjeyê de perwerde dike û xelk jî elaqeyeke mezin nîşanî wê dide.
Hevseroka Komeleyê Fatma Gîzleyîcî derheqê xebatên xwe yên li  komeleyê de axivî.

Pêdivî bi xebatên çandê heye

Fatma, diyar kir ku avakirina komeleyê ji bo xelkê Botanê di aliyê parastina çand û ziman de girîng e û got, “Berî bi 3 mehan me kongreya xwe pêk anî û dest bi xebatên xwe kir. Di roja ewilî de me gelek xebat û proje dabûn pêşiya xwe û em xebatên xwe didomînin. Di demekê kin de komeleya me xebatên xwe yên li ser çand û ziman mezin kirin. Ev demek bû ji ber pêvajoya heyî, zext û êrişan xebatên çand û ziman qels mabûn. Lê me bi saya komeleyê dît ku çiqas pêdivî bi xebetên li ser ziman û çandê heye.”

Li ser dengbêjiyê wê zêdetir bisekinin

Fatma, elaqeya xelkê û miracaeta kesan jî nirxand û got; “Piştî ku me polen xwe ava kirin, gelek miracaet çêbûn. Ji xeynî perwerdehiyê jî çûn û hatina li komeleyê gelek zêde ye û ew jî elaqe û bala li ser komeleyê nîşanî me dide. Perwerdehiya me ya di polên asta yekemîn a ziman de qediya û niha di asta duyemîn de perwerdehî dewam dike. Di her polî de nêzî 15 xwendekaran hene. Her wiha di warê çandî de jî xebatên me didomin. Em di warê lêxistina gîtar, erbaneyê, û hînkirina govend û dengbêjiyê jî perwerde dikin. Ji bo van beşan jî gelek miracaet hatine kirin û perwerdehiya me ji bo van beşan jî dest pê kiriye. Em hefteyê du rojan di van beşan de perwerde dikin û em dixwazin li ser dengbêjîyê zêdetir bisekinin. Di demên pêş de em diwazin mala dengbêjan jî vekin.”  

Xebatên cûr bi cûr ji bo 21’ê Sibatê

Fatmayê got, li dijî zext û êrişên li ser zimanê Kurdî, komeleya wan hêviyê dide gel û wiha peyivî: “Ji elaqeya li hemberî komeleyê tê xuyakirin ku ti astengî nikare pêşiya daxwaza gel a ji bo çand û ziman bigire. 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî jî nêz dibe. Em dixwazin berîya wê rojê, bi xebatên xwe yên cûr bi cûr balê bikişînin ser mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî û girîngiya ziman. Gelê Kurd bi salan e ji bo ku mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bi dest bixe têdikoşe. Ji ber wê, 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ji bo me girîng e. Divê dezgehên ziman û çandê li ser vê rojê bisekinin û xebatên xwe di vî warî de zêdetir bikin. Em ê xebatên xwe xurt bikin”

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.