Bîranînên Li Ser Kevirî

Nûçeyên Çand/Huner

În 30 Tîrmeh 2021 - 06:15

  • Bîranînên Li Ser Kevirî, nêzîkatiya civakekê ya di derbarê sînemayê de, astengiyên aborî û her wiha derûniya derhênerekî kurd û serboriya şirketeke sînemayê bi awayekî trajîkomîk vegotiye.

XASÊ CÛNÊ

Bîranînên Li Ser Kevirî an jî li dû çêkirina filmekî li ser Enfalê. Enfala Kurdan, birîna Kurdan a ku heya niha tu film ew derman nekiriye. Ya ku heya niha tu lewnên hunerî têr nekiriye ew rave bike. Enfal, bibîranînên ku film li ber wan diqerimin û ti lîstikvan nikarin ew zindî bikin ango ji nûve bilîzin! 

Lê derhênerekî Kurd “dînîtî”yan dike û dixwaze li ser serhatiyên Enfalê filmekî çêbike. Pişt re jî tiştê nayê serê wî namîne jixwe! Bîranînên me Kurdan hinek ji agir in kê dest davêjê xwe dişewitîne. Bîranînên Li Ser Kevirî jî yek ji wan çîrokên ji agir e û baş dide nîşanê ku li axa Kurdistanê  pêvajoya çêkirina filmekî çawaye û derhêner ji bo çîrokekê saz bike di kîjan qonaxan de derbas dibe û çi tê serê wî. Ev film vê rastiyê yek bi yek aniye ziman û ta bi derzî ve kiriye. 

Kurd bi xwîna xwe sînemayê dihonin

Sînema wek “Şûrê Demoklesî” li ser serê me Kurdan e, her ku em xwe tevdidin û dixwazin filmekî çêbikin em xwîn dibin. Em her çiqas dizanin ku ew xetere û talûke ye ji bo me lê dîsa jî em kameraya xwe girê didin û dev ji çêkirina filman bernadin. Em “dînîtî”yan dikin û di nav aloziyan de hewl didin filman birêsin. Ev rastî bila were zanîn ku sînemaya Kurdan li ser deynan ava bûye. Hemû filmên hatine çêkirin bermayiyên van alozî û xetereyan in. Belê, Kurd bi xwîna xwe sînemayê dihonin! Di filmê “Bîranînên Li Ser Kevirî” de em vê yekê baş dibînin.

Ji ber van sedeman dibêjim em wêrek in. Şûrê Demoklesî jî qet ne xem e ji xwe. Herî zêde em ê bimirin! Ji xwe kes weke me nikare xweşik bimire! Belê, Kurd bi mirina xwe ji sînemayê hez dikin! Hiseyn û hevalên xwe nîşaneya vê yekê ne.

Serboriya derhênerekî Kurd vedibêje

Li Kurdistanê gava serhatiyên ji agir bibin mijara filmekî wî filmê jî bi xwe re dişewitînin. Bîranînên Li Ser Kevirî, nêzîkatiya civakekê ya di derbarê sînemayê de, astengiyên aborî û her wiha derûniya derhênerekî Kurd û serboriya şirketeke sînemayê bi awakî trajîkomîk vegotiye.Tu tişt di rê de naçe û ji ber aloziyan nikarin filmê xwe bi dawî bikin. Her roj hinek din xwîn dibe bîrîna wan! Bifikirin, derhênerê ku di seta xwe de çek di destan de ye û gava ew hêrs dibe û bêhn lê diçike bi çekê dilîze û guleyan dibarîne dîwaran! Derhêner Hiseyn bi vî awayî li ser film hûr dibe ji ber ku tu tişt bi dilê wî çênabe û ji xwe di dawiyê de ji hêla hevserê Sînor - ji ber ku jin e malbata Sînor naxwaze di film de cî bigire û film jî li ser serhatiyên Sînor hatiye avakirin- ve tê birîndar kirin. film her çiqas bi dawî bibe jî nagihîje armanca xwe û nîvco dimîne. Weke her tiştê ku Kurd dest davêjin ev film jî nîvco dimîne.!

Filmên bê qisûr tine ne

Ji ber van sedeman Kurd ti carî nikarin filmekî baş derbixin û di dîroka sînemayê de cî bigirin, ji lewre serhatiyên wan bi tena serê xwe ji sînemayê û ji dîroka wê mezintir in! Ew carekê di filmên xwe de lîstine – ji ber ku filmên hatine çêkirin ji jiyana wan ya rastî ne balkêştirin- çîrokên xwe bi jiyan û serpêhatiyên xwe vegotine. filmên niha tên çêkirin dubare ne ji bo wan. Ew di filmên xwe yê rastî de rola xwe ya resen lîstine carekê ji lewma jî di filmên niha tên çêkirin de her tim tiştekî “kêm” heye! Ev dubare bivenevê wek ya berê - ya jidil- bi tesîr nabe. Gava mirov berê xwe baş dide filma “Bîranînên Li Ser Kevirî” ev tişt dibîne.

Ew çi bikin jî ev kêmasî dev ji wan bernade, lê çi tiştek xerîb e ku filmên wan bi van kêmasiyên xwe jî dîsa xweşik in û li dinyayê tên hezkirin û pejirandin. Ji xwe filmên bê qisûr jî tine ne, dîroka sînemayê bi filmên wiha xemiliye. Li gel van hemû rewşên trajîkomîk Kurd “dînîtî”yan dikin û filman çêdikin. Ev wêrekiya me jî bi serê xwe mijara filmên bi qisûr in! Li lewma ye filmekî wiha bi derhêneriya Şewkat Amîn Korkî hatiye çêkirin û ev rewş ji xwe re kiriye mijar.

Ji bo film xwîna xwe jî difiroşin!

Belê Kurd ji bo sînemayê çêbikin mecbûr in malên xwe bifiroşin û deyn bikin. Mecbûr in malbata xwe bixesirînin û mecbûr in tim şer bikin. Belê em ewqas dîn in! Alanê hevalê Hiseyn ji bo film nîvco nemîne mala xwe difiroşe. Wek ku di film de jî derhêner Hiseyn eşkere dike, heger zêdetir hewce bike ew “xwîna xwe jî difiroşin!”. 

Rast e, sînemaya bi deynan jî heya ciyekî! Lê rûmeta derhêner a ku filmê xwe jî naxe destê kesên nezan ango mutehîtan jî girîng e! Ji dêvla vê yekê ew “xwîna xwe difiroşe”. Ew her çiqas tengav be jî xwedî helwest û bertek e. Divê asta derhênerên me xwe bigihîne pêlikên rewşenbîriyê û wek derhêner Hiseyn xwedî bertek be. Ji lewre piştî Hiseyn birîndar dibe jê tê xwestin ku kesekî din ê nezan film temam bike. Hiseyn naxwaze filmê xwe ango sînemaya xwe bixe nav lepên nezanan. Hiseyn, derhênerek têgihiştî ye û ew vê yekê baş dizane, gava sînemaya me kete destê mutehît û nezanan wê gavê li darê dinê “dînîtî” ya me pere nake. Divê em vê “dînîtî”ya xwe biparêzên lewre ew hîmê sînemaya me Kurdan e.

Sînema Enfala me Kurdan e

Kurd di xefika sînameyê de tim dinalin û birîndar in. Weke ku di ayeta Enfalê de dixitimin û nikarin Qur’anê xitim bikin di sînemayê de jî dixitimin Kurd. Kurd tu carî nikarin sînemayeke pak jî ava bikin, gava ku digihîjin dema çêkirinê û dibêjin “action” ew her tim dixitimin. Gava Kurd digihîjin dema çêkirina filmekî ew bi bibîranînên xwe re rû bi rû dimînin, di arîşeyan de dixeriqin û filmên wan naçe serî! Bi dehan pirsgirêk diqewimin. Ji lewre, çêkirina filmekî Kurdî ji her hêlî ve ne kêmtirî bobelata Enfalê ye!

Sînema Enfala me ye, em wek navê xwe dizanin ew ê çi were serê me lê dîsa jî em dev jê bernadin û xwe li nav bîranînên xwe yên ji agir dixin û filman çêdikin. Gava mirov li filma “Bîranînên Li Ser Kevirî” temaşe dike mirov bi van hestan tije dibe, li ser sînemayê û serhatiyên xwe carek din diponije. Film, li Kurdistanê pêvajoya çêkirina filmekî baş rave dike. “Dînîtî”ya çend sînemahezên Kurd ên dixwazin filmekî çêbikin bi awayekî trajîkomîk tîne ziman.

De bila ev “dînîtî”ya me jî ji me re bimîne.

Em bidin dû bîranînên xwe yên li ser kevirî hatine nivisandin û bîra xwe vekolin. Çiku sînema ji bo me Kurdan hinek jî bîr e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.