- Yekemîn festîvala şano ya li ser asta Bakurê Sûriyê, bi navê "Arîn bisik û zûlfên aştiyê" li Kabanê dewam dike.
Yekemîn festîvala şano ya li ser asta Bakurê Sûriyê, bi navê "Arîn bisik û zûlfên aştiyê" li Kobanê dewam dike. Festîval bi beşdarbûna komên ji bajarên Reqa, Tebqa, Minbic, Kobanê, Heleb û Efrînê tê li darxistin. Di festîvalê de herî dawî şanoya "Bîr" a koma şanoyê ya Kobanê hat nîşandan. Lîstik behsa jiyana gundan, kêmbûna baranê û sêhrbaziyê dike.
Festîval li navenda Çand û Hûnera Baqî Xido ya Kobanê bi rê ve diçe.
Bingeh cilên Kobanê ne
Lîstkvana şanoyê, Pêrwa Kenan rola pîrê dike. ew dibêje, "Ev çar [îro pênc] roj in ku festîvala şanoyê destpê kiriye. Me weke koma Kobanê xwest bi mijareke cuda dakevin, mijareke ku çand û hunerê Kobanê nîşan bide. Em 12 kes cihê xwe di nava vê şanoyê de digirin û ev 4 meh in ku em amedekariyê dikin. Ez rola pîrekê dikim a ku gelekî diaxive û dike pitepit. Her wiha cil û bergên me jî li gor rolan tên guhertin, lê bingeh cilên Kobanê ne."
Her civak bi çand û zimanê xwe
Hevseroka Desteya Diravî ya herêma Firatê Firyaz Berkel nihêrîna xwe wiha anî ziman: "Em rojane vê festîvalê dişopînin û di nav de hazir dibin. Ew projeya ku em her tim behsa wê dikin, projeya neteweya demokratîk îro di nava vê festîvalê de xwe nîşan dide. Her komek bi çand û zimanê xwe şanoyê pêşkêş dike. Şano rastiya gelên li Sûriyê nîşan didin. Piştî nîşandana şanoyê, beşdar wê dinrxînin û mirov dikare bandora wê li ser gel bibîne."
JINHA/KOBANÊ