Bîra civakê ava dike

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 3 Tebax 2020 - 23:00

  • Erdal Tut: Divê peykertiraş hemû li ber vê rabin û nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Bi vê helwêstê, bêrêzî li hemberî huner û dîroka Kurdan tê kirin. Jixwe, xwestin bi vê yekê bîra Kurdan ji holê rakin.

Peykertiraş Erdal Tut li taxa Ofîsê ya li Amedê depoya 80 metroyên bi çarçik veguheandiye Atolyeya Peykertiraşiyê û cihê hilberînê. Hem karên xwe yên ferdî lê dimeşîne, hem jî firsenda hînbûnê dide kesên elaqedar. Erdal Tut berhemên xwe ji kevir, kîl, dar û textan çêdike.
Li gorî Erdal Tut dibêje, “Kesên vî karî - peykertiraşî - bikin, divê ji karê xwe hez bikin û sebra wan zêde be. Dema ez dest bi kar dikim, berî her tiştî, ez ê çi çawa çêkim di hişê xwe de zindî dikim.”
Erdal Tut, ji navçeya Amedê Farqînê ye û zarokatiya wî li Farqînê bihuriye. Erdal Tut dibêje, cara ewil li zanîngehê peykertiraşî nas kiriye: “Li Farqînê dema ez zarok bûm bi herî, têl û daran timî min dilîst û ji hunerî re destê min dixebitî. Li dibistana navîn beşa hunerî min xwend û bi wênesaziyê re eleqeder dibûm. Piştî ku ez çûm zanîngehê, min peyker nas kir û min fêm kir ku peykertiraşî jî heye.” 

Mirov dikare destê xwe bidiyê

Erdal Tut weke karê sereke bi kevir dadikeve û wisa behsa hunerê xwe dike: “Li gel kevir hunerê kîl, darên xwezayî û amûrên textîn jî dikim. Peyker hunerekî wisa ye mirov dikare li dorê bizivire û destê xwe bidiyê, tê kirin. Tişta ku peykerî ji wêne cuda dike, peyker sê qam e û wêne jî du qam e. Ev huner dihêle ku mirov bi nêrîneke xweş û zindî li dinyayê binêre. Huner bivênevê ya civakê ye û bîra civakê timî zindî dike.”
Erdal Tut bi hunerê destan bi kevir, ax û daran miamele dike. Li ser berhemanîna xwe ew dibêje, “Ev 20 sal in, ez hunerê kevir dikim. Hunerê min yê sereke kevir e. Lê zêdetirî 6 salan e ku ez hunerê kîl û darên xwezayî jî dikim. Ev karekî hezkirin, sebr û aramiyê ye. Kesên vî karî bikin divê ji karê xwe hez bikin û sebra wan zêde be.”

Atolye bûye akademî

Erdal Tut ev demeke dirêj e ku li ser peyker dixebite û dibêje: “Ev huner parçeyek ji jiyana min e. Berî 20 salan min nedizanî peyker çi ye, lê belê niha vî hunerî fêr dikim. Ez li vir ruh bi kevir, ax daran tînim. Ciwanên Amedê jî elaqeyeke mezin nîşanî vî hunerî didin. Ez di atolyeya xwe de ciwanan hîn dikim, ev der di heman demê de weke akademiya hunerê destan e.”

Şaredarî bi qîmetê peykertiraşiyê nizane

Erdal Tut dibêje, “Xeyala min e ku ez rojekê peykerê Tahîr Elçî çêkim û li Sûra Amedê deynîm. Tahir Elçî sembola aştiyê ye. Ev kar jî mixabin bi alîkariya şaredariyê çêdibe. Ji ber ku li herêmê şaredarî bi qîmetê hunerê destan nizane, heta niha jî ti peykerên min li vî bajarî nîne.”
Erdal Tut li ser kevnariya peykertiraşiyê dibêje, “Ev huner jî dîrokê ve heye. Mînaka vê yekê jî Peykerên li Çiyayê Nemûdê û li Girê Miradan (li gundê Xirbereşkê) ne. Li van herêman peykerên ewqas binirx û bedew hatine çêkirin, dilê tevahiya peykertiraşan dikeve wan.”

Bîrokekirina civakê

Erdal Tut bi bîr dixe ku qeyûmên şaredariyên li Kurdistanê dagir kirî, hema hema peykerên heyî hemû rûxandine û ji cihê wan rakirine. Li ser armanca vê siyasetê ew dibêje, “Pêşî peykerê Ehmedê Xanê û peykerên ji bo bibîranîna Roboskî li Amedê hatibûn danîn, rakirin. Bi vê yekê dilê min gelekî şewitî. Divê peykertiraş hemû li ber vê rabin û nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Bi vê helwêstê, bêrêzî li hemberî huner û dîroka Kurdan tê kirin. Jixwe, xwestin bi vê yekê bîra Kurdan ji holê rakin û Kurdan bê bîr bihêlin. Belê dikarin peykeran rakin, lê nikarin di mejiyê mirovan de wan rakin.”

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.