Binihêre û fêr bibe

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 18 Çile 2021 - 02:53

  • Piştî ku komeleyên Tirk ên li Osloyê nekarîn berhema hunermenda Kurd Gelawêj Weledxanî bidin sansurkirin, vê carê wezareta karê derve ya Tirk bi daxuyaniyeke fermî hewl da zextê li rayedarên Norwêcî bike da ku hunerê Weledxanî sansur bike.

Dewleta Tirk sansurkeriya xwe demeke dirêjê li dinyayê jî belav dike. Piştî Spanya, Slovenya û Elmanyayê, niha jî dixwaze Norwêc ji bo wê huner sansur bike. Sedem jî ew e ku hunermenda Kurd Gelawêj Weledxanî Mijdara bihurî resmekî şervanên jin ên Kurd li meydaneke giştî ya paytexta Norwêcê Osloyê daliqandiye. Ev wêneyê xêzkirî û rengandî wê tevahiya zivistanê jî daliqandî bimîne. Berpirsa çandê ya şaredariya Oslo di bersiva xwe de ji dewleta Tirk re got, li cem wan azadiya îfadeyê heye û “Binihêre û fêr bibe“.

Gelawêj Weledxanî (Gelawesh Waledkhani) 7´ê Mijdara 2020´an li Osloyê li ser dîwarê Rosenkrantz’ Gate 14´ê wêneyekî mezin ê şervanên jin ên Kurd xêz kir. Li ser wêne portreyên gelek şervanan diyar bûn. Li ser wan jî nivîsa Rêber Abdullah Ocalan “A society can never be free without women´s liberation” (Civakek ti carî nikare azad bibe, beyî azadiya jinê) hatibû nivîsandin. Berhem wê tevahiya zivistanê li ser dîwarê Rosenkrantz’ Gate 14´ê daliqandî bimîne. Lê dewleta Tirk xwe lê ranegirt. Wezareta karên derve ya Tirk serê xwe ji karên huner û azadiya îfadeyê ya welatekî din jî êşand û ji ber daliqandina wêne, Norwêc rûreş kir. Bi vê jî nema, wezaretê ji Norwêcê û şaredariya Osloyê xwest ku wê nîşandana hunerî rake.

Xwe li mala xelkê jê ranagire

Dewleta Tirk li nav erdên xwe huner û azadiya îfadeyê pêşî kesixand û paşê jî ji binî ve birrî. Jixwe, heger mesele Kurd bin mirov êdî hew dikare behsa ti azadiyan bike. Bi siyaseta dagirkirina şaredariyan bi qeyûman jî çi tişta berê hatibû kirin, hewl dide tine bike. Ev jî têra wê nake, serê xwe ji huner, azadiya îfadeyê û azadiya huner a li welatên din jî diêşîne. Bi sponsoriya Ajansa Huner Mesénê ya li paytexta Norwêcê Osloyê, û destek û destûra şaredariya Osloyê, berhema Gelawêj Weledkhanî Mijdara bihurî li ser dîwarê Rosenkrantz’ Gate 14´ê hat daliqandin. Ev pêşangeheke li derve û yek berhemî bû. Navê pêşnagehê jî “Rojava: Şoreşa Jinê” ye.  Kurator û spornsorên pêşangehê, gava behsa berhemê dikin, van gotinên Carne Ross a rojnamevan ên ji sala 2017´an jî bi bîr dixin: “Rojava şoreşa femînîst a yekê ya dinyayê ye”.

Siyasetvan wê sansûr nekin

Li ser berhemê gotinên ev Ocalan hene: Civakek ti carî nikare azad bibe, beyî azadiya jinê. Sedema wê jî ji terîfa Gelawêj Weledxanî ya ji bo Ocalan eşkere dibe: “Pratîkkerê şoreşê, îdeolog û nivîskar Abdullah Ocalan”. Nexasim karê Ocalan ê îdeolojîk û damezrandina Jineolojiyê îlham daye wê. 

Niha em nizanin ka hikûmeta Norwêcê çi bibêje, lê ji şaredariya Osloyê Seroka kar û barên çandî ya Meclîsa Şaredariyê, Eivor Evenrud di ser hesabê xwe yê twitterê bersiv da: „Merheba Tirkiye! Li Norwêcê em ji azadiya xweîfadekirinê û demokrasiyê bawer dikin. Siyasetvan nikarin wêneyekî biguherin yan jî rakin -û wê vê nekin jî- binihêre û fêr bibe.”

Civaka Tirk sansûrê bi rêxistin dike

Li gorî nûçeya rojnameya Dagbladetê heta niha 80 gazinên ji ber vî berhemê hunerî yê Gelawêj Weledxanî çûne ber destê şaredariya Osloyê. Seroka Rêxistina Komeleyên Tirk li Norwêcê Hatice Luk jî di nava van de ye û ew pêşengiyê ji vî karê gazinan û daxwaza rakirina berhemê re dike. Rêxistinê heta niha li gorî nûçeya rojnameyê 300 îmze berhev kirine.

Sansur li Norwêcê ne bi tesîr e

Lê berevajî Elmanyayê, diyar e ku Norwêc serê xwe li ber vê zexta li dijî azadiya fikr û huner natewîne. Jixwe, desteka neteweyî ya hunermendan a ji bo azadiya huner jî vê yekê nîşan dide. Rêxistinên Norwêcî Hunermendên Hunerên Dîtbarî yên Norwêcê (NBK), Civaka Hunermendên Ciwan (UKS), û Rêxistina Xêzkaran a Norwêcê Tegnerforbundet jî destekê didin Gelawêj Weledxanî. 

Dagbladet dibêje, Weledxanî ji wan re li ser daxuyaniya wezareta karê derve ya Tirk gotiye, ev berhem bi giştî têkoşîna jinan teşwîq dike, ne tenê ya şervanên Kurd.   
Di Meclîsa Şaredariya Osloyê de hilbijartiyê ji çandê berpirs Omar Samy Gamal jî ji rojnameya Dagbladetê re gotiye, “Oslo divê bajarekî germ û hewîner be û lê ji bo her kesî cih hebe.”

Tirkiye sansurê belav dike 

* Sala 2013´an di ARCOmadridê de yanî li Fuara Hunerê Hevçax a li paytexta Spanyayê Madrîdê, dewleta Tirk mêvan bû. Di pêşangeha li fuarê ya bi navê Here Together Now de sefareta Tirk dest werdide karê hunermend Iz Oztat. Hem gotina qirkirina Ermeniyan û hem jî dema 1915 ji broşura pêşangehê tê derxistin. Dewleta Tirk gelek çalakî û berhemên elaqedarî qirkirina Ermeniyan û Seyfo ya li dijî Suryaniyan di nava van deh salên bihurî de li Swîsre û Elmanyayê jî dan sansûrkirin.  

* Sala 2008’an filma Huseyin Karabey a bi navê Çûn li ser zextên dewleta Tirk li Swîsreyê ji bernameya festîvalekê hat derxistin. Sala 2010’an jî filma Kazım Oz a bi navê Fotograf ji bernameya festîvaleke li Lehistanê hat derxistin ji ber ku Wezareta Çand û Tûrîzmê gef xwarin ku wê desteka xwe ji festîvalê bikişîne.

* Gulana 2017´an li bajarê Slovenyayê Mariborê di pêşangehekê de wêneyên şervanên YPG´ê yên li Reqayê şerê DAIŞ´ê dikirin jî hebûn. Ji ber ku sefareta dewleta Tirk dest werda, ev pêşangeh hat girtin. 

* Sala 2018´an li bajarê Elmanyayê Linz an Rheinê, berhemeke hunermend Alî Zulfikar a ku tê de rexne li serokdewletê Tirk Erdogan dihatin girtin, li ser daxwaza dewleta Tirk hat sansurkirin. Ev wêne sê rojan berepaş di pêşangehê de bû. Li ser nerazîbûnên Alî Zulfikar û hunermendên Elman, sansur hat betalkirin. Heman salê Alî Zulfikar beşdarî Êvara Gala a SV AKM KOLN e.V. dibû. Lê dema organîzatoran xwest heman berhema wî sansur bikin, wî jî ev organîzasyon bi temamî boykot kiribû.

OSLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.