Bila zilm biqede û Ocalan azad bibe

Çarşem 29 Gulan 2024 - 00:45

  • Girtî û xizmên wan ev demeke dirêj e daxwaza xwe ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" diqîrin. Xizmên girtiyan diyar kirin tecrîd zilm e, xwestin ku dawî li zilmê were, Ocalan azad bibe. Xizmên girtiyan gotin ew ê berxwedanê geş bikin.

Girtiyên li girtîgehan ji 4'ê Nîsanê û vir ve bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî" çalakiyan lidar dixin. Girtî dadgehan, hevdîtina bi malbatê re û hevdîtina bi rêya telefonê boykot dikin. Xizmên girtiyan jî bi heman daxwazan li ber girtîgehan çalakiya "Bibe dengê azadiyê" li dar dixin.

Bila ev zilm biqede 

Dayika Mahsûm Sarûhan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 1 a Tekîrdagê girtî Sulhiye Sarûhan diyar kir ku ji bo dayikekê nebihîstina dengê kurê xwe pir zehmet e. 

Sarûhan da zanîn ku divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û wiha got: "Em dixwazin ev zilm bi dawî bibe û tecrîd rabe. Em aştî, wekheviyê dixwazin, bila dayik êdî bes bigirîn. Ger bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin, wê her tiş baş bibe." 

Bêyî Ocalan azadî nabe 

Ji dayikên di çalakiyê de Reşahat Ada jî diyar kir ku ji berdana birayê wê Hamdusena Ada 7 meh maye, lê du hefte berê ji Amedê sewqî Bolûyê hatiye kirin û got ku 2 meh in tu xeberê ji birayê xwe nagire. Adayê got: "Em dengê wan nabihîzin. Heta ku tecrîda li ser zarokên me neyê şikandin em ê dest ji çalakiya xwe bernedin. Heya birêz Ocalan azad nebe, kes ji me azad nabe." 

Keça min nexweş e 

Dayika girtiyê nexweş Şivekar Ataş ê li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê Rabîa Ataş anî ziman ku ji ber xeberê ji keça xwe ya nexweş nagire xemgîn e û got: "Weke dayikekê dilê min jî diêşe. Keça min nexweş e, lê em agahî jê nagirin."

Divê her kes rabe ser piyan 

Dayika Gulîstan Al a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyan a Kayseriyê Emîne Al jî diyar kir ku ew ji ber xeberê ji zarokên xwe nagirin bi fikar in û got: "Ji bo ev tecrîd demildest bi dawî bibe, divê her kes rabe ser pêyan."

Tecrîd wê bi çalakiyên xurt  bişike

Dayika Amîne Kaya ya dayika 3 zarokan ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtî ye, Meryem Soylû jî fikarên xwe anîn ziman û got: "Divê her kes tevlî çalakiya me ya li ber girtîgehê bibe. Her ku hejmara me li vir zêde bibe, em ê karibin vê xelekê bişkînin û wê bi zarokên me re hevdîtin çêbibe. Her kes dizane em ji bo Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne."  

Soylû anî ziman ku tecrîd ancax bi çalakiyên xurt dikare bê şikandin.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.