Bila Ocalan bibe xwedî şertên azad

Çarşem 19 Hezîran 2024 - 02:45

  • Bi navê Rêveberên Kampanyaya‘’Ji Ocalan re Azadî û ji Pirsa Kurd re Çareseriya Siyasî’’ daxuyaniyek hate hate dayin û bang li Konseya Ewropayê (KE), CPT, Komîteya Wezîran hate kirin ku zextê li Tirkiyê bikin da ku malbat û parêzerên Ocalan bikaribin  serdana Ocalan bikin. Her wiha hate xwestin Ocalan ji bo ku bikaribe rola xwe ya di çareseriya pirsa Kurd de bilîze, bibe xwedî şertên azad.

Rêveberên kampanyaya navnetewî ya ‘’Ji Ocalan re Azadî, ji Pirsa Kurd re Çareseriya Siyasî’ di daxuyaniyê de diyar kirin ji destpêka kampanyayê ve heta niha di nava 8 mehan de di serî de sendîkavan, tevgerên civakî, partiyên siyasî, nûner, hunermend û aktivîst bi milyonan Kurd û dostên wan, mirovên ji derdorên cihê anîne cem hev, destnîşan kirin armanca kampanyayê ew bû ku tecrîda li ser Rêber Ocalan rabe, malbat bikaribe serdana Wî bike û azadiya Wî were mîsogerkirin.

Her wiha hate gotin,’’Kampanya her wiha armanc dike bi tevlêkirina Rêber Ocalan a li pêvajoya diyalogê ku ji bo aştî û lihevkirinê were destpêkirin, çareseriya siyasî ya dadmend û demokratîk a pirsa Kurd a 100 salî ya li Tirkiyê were pêkanîn.’’

Divê têkilî tecrîdê mirov hişyar be

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin van 3 salên dawî ji Ocalan ti xeber nehatiye standin, CPT raporên xwe yên têkiî serdana li Imraliyê neweşandiye, ji ber vê gelek name ji CPT re hatine şandin. Di daxuyaniyê de hate gotin,’’Gelek name ji CPT’yê re hatin hşandi, hate xwestin ku şandeyek bi rengekî perîyodîk serdana Imraliyê bike û hate xwestin ku Ocalan bikaribe li gorî bicihanîna binbariyên Konseya Ewropayê û CPT’yê bi pergal hevdîtinê li gel malbat û parêzeran bike. Bersivên ku ji CPT’yê hatin bêhtir berê xwe didan rayedarên Tirk, daxwazên ku ji komên cihê yên Ewropayê hatin di mijara rabûna tecrîdê ya li ser Ocalan kir ku mirov têkilî tecrîdê bêhtir hişyar bin.’’

Divê Saziyên Navnetewî bi peywira xwe rabin

Di daxuyaniyê de bi domdarî wiha hate gotin: ‘’Dadgeha Strasbourgê ev 12 sal in di doza tecrîdê de ya ku dom dike hê biyarek nedaye, Serokê Dadgehê ji zanîngeheke nêzî hikûmeta Tirk doktora fahrî standiye û ev jî rê li ber gumanan vedike ku alîgir be. Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê (MPKE) binpêkirinên ku ev 24 sal in didomin û şopandina bicihanîna pêşniyazan paşguh kiriye û mijar tene bi hêviya Dadgehê û CPT’yê ve hiştiye. Komîteya Wezîran a Ewropayê, ji nedîtî ve tê, kuTirkiye li gorî biryara bi dîroka 2014’an a têkilî cezayê hepsî yê miebeta girankirî ya DMME’yê naçe.

Tevgera bi lezgînî hewce ye

Şertên Ocalan ên berdest weke ku ji alî CPT, DMME, NY û Komîteya Mafê Mirovan û saziyên din ve tê qebûlkirin, peymana mafê mirovan û peymanên dijî êşkenceyê binpê dikin. Çalakiyên dewleta Tirk û bicihneanîna biryarên DMME’yê bi armancên siyasî ye. Ji bo vê, divê mirov bi lezgînî tevbigere.

Banga: Bila Ocalan azad bibe

Ji ber vê, em bang li Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê, CPT, Komîseriya Mafê Mirovan a Konseya Ewropayê, Komîteya Wezîran, Komîteya Mafê Mirovan a NY’yê dikin, ji Tirkiyê bixwazin ku parêzer û malbat bikaribin Ocalan bibînin û dijî tecrîda deryasayî û dermirovî rabin.

  •  Di bin banê Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê (MPKE) de divê komîteyeke ad-hoc(resen) were avakirin ku binpêkirina hiqûq ya navnetewî ku hatiye asta êşkenceyê binirxîne, were avakirin.
  • CPT, ji bo bicihanîna pêşniyazên ku di raporên xwe de diyar kiriye divê mekanîzmayên Konseyê bi kar bîne û pêşniyazên ku di 24 salan de nehatine bicihanîn bide pêş.
  • Komîteya Karê Hiqûqê, divê bicihanîna pêşniyazên CPT’yê kontrol bike.
  • Ji bo ku pêşî li Tirkiyê bê girtin ku Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê binpê nke, divê tevdîr bêne standin. Sekreteriya Giştî, Komîteya Wezîran û Serokê Meclîsê ji bo ku pêşî lê were girtin ku bi rêya cezayê hepse yê miebetê, bi rengekî nerasterast dîsa  cezayê mirinê bîne, destwerdanê bike.
  • Divê destûr were dayin ku lîderê Kurd Abdullah Ocalan bikaribe parêzer û malbata xwe bibîne û di nav şertên wiha de ku bikaribe di çareseriya siyasî ya dadmend û demokratîk de ya têkilî pirsa Kurd ku bi dehan salan li Tirkiyê didome, serbest were berdan.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.