Bihêlin bila ew peyv derkeve!

Nûçeyên Çand/Huner

În 16 Sibat 2024 - 00:15

  • Salih Yildizoz di dawiya lîstika xwe ya “Du Ziman” de heyfa hemû  zimangiranan ji wan kesên ku tinazê xwe bi wan kirine digire. Ew li ser dikê tîrada ku ji ber kiriye dixwîne û dibêje; “Bihêlin bila ew peyv ji devê me derkeve.”

ARDÎN DÎREN

Salih Yildizoz kedkarekî şanoya Kurdî ye. Heta niha wî di gelek lîstikên şanoyî de cih girtiye û weke şanogerekî li Amedê dijî. Ji xeynî karê şanoyê jî ji bo debara xwe bike bi gelek karên dîtir re jî mijûl bûye. Lê ew çi karî bike jî weke şanoyê, nexasim jî şanoya bi Kurdî, ji wan karan hez nekiriye û tim xwestiye di nav karên şonoyê de cih bigire. Ji bo karibe tevlî xebatên şanoyê bibe gava ciwan e miracaetî Konservatura Aram Tîgran dike û bi vî awayî dest bi şanoyê dike. 

Lê li hember salih astengiyek heye. Ew kesekî ziman giran ango lalik e. Lê Salih Yildizoz li kesî guhdar nake û ziman giraniyê jî weke astengî nabîne ji bo şanoyê. Ev cehd û rika wî ya ji bo şanoyê ti carî kêm nabe û her dimîne di nav xebatên şanoyê de. Zimanê Salih her çend giran be jî tîradan ji ber dike û bi vî awayî nihêrîna şaş a li hember kesên ziman giran “pûç” dike.

Salih Yildizoz niha jî bi lîstika xwe ya stund-up a bi navê “Du Ziman” li hemberî temaşevanan e. Ev lîstik lîstikeke trajîkomîk e û ji serpêhatiyên Salih bi xwe pêk tên. Ji sala  2016’an ve li ser lîstikê dixebite. Nexasim jî tiştên ku bi serê kesên zimanê wan giran ve hatine kiriye mijara lîstika xwe û di her serpêhatiyekê de “dersek” heye. Ji lewma Salih bi van serpêhatiyan balê dibe ser nêzîkatiyên li hember kesên lalik jî û cudakariya li hember wan rexne dike. Lê gava mirov hem bi Tirkî nizanibe û hem jî di ser de kesekî ziman giran be, wê gavê li mêhtingeriyê jiyan zehmettir dibe. Piştî mirov li lîstika “Du Ziman” temaşe dike mirov vî tiştî xweşiktir dibîne. Her wiha mirov rika Salih ya ji bo şanoyê jî fam dike û dibêje baş e ku ew di vê yekê de bi israr tevgeriya ye.

Biaxivim saetek e lê nikaribim…

Salih Yildizoz di serê lîstika xwe de gotineke wiha dike; “Lîstika min qederê saetekê diajo lê heger ez karibim biaxivim ango xwe bînim ziman…” Ev gotina wî bi serê xwe metaforeke xweş e ku mirov dikşîne ber bi serpêhatiyên di lîstikê de. Her wiha serpêhatiyên xwe jî xweş bi hevdu ve girê dide û heta lîstik diqede jî temaşevanên xwe dike hevparê van serpêhatiyan. 

Tekane motivasyon zimanê Kurdî ye

Gava min ji Salih pirsî; “Te bi kîjan motîvasyonê ev lîstik hazir kir?” Wî wiha li min vegerand; “Bi rastî gava min dest bi nivîsandina lîstika ‘Du Ziman’ kir motivasyona herî mezin zimanê Kurdî bû. Gava em li gund bûn em tenê bi zimanê xwe dipeyivîn. Lê piştî ku me bar kir û em hatin Amedê ango bajêr me dît ku zimanê Tirkî jî heye. Gava dê û bavên me diçûn nexweşxaneyê teqez yekî ku bi Tirkî dizanîbû jî bi xwe re dibirin da ku derdê xwe baştir bibêjin. Vêca li min bifikirin ji xwe min bi Tirkî nizanîbû û di ser de jî ez yekî ziman giran bûm. Yanî bi awayekî fizîkî jî min zehmetî dîtin. Ji ber vê yekê armanca min a herî mezin ewe ku ez ji bo kesên ziman giran rêyeke din ava bikim û balê bibim ser rewşa wan. Herî zêde jî dixazim bi zimanê Kurdî vî tiştî nîşan bidim û bînim ziman.”

Divê xeteke stund-up a Kurdî hebe

Salih Yildizoz da zanîn ku stund-up a Kurdî her çend heya niha bi çend lîstikan li ser dikê xwe nîşan dabe jî rêyeke wê ya dirêj heye û got “Pir zû ye ku em li ser stund-up a Kurdî biaxivin.” Salih Yildizoz wiha dewam kir; “Pir zû ye ji ber ku hîna nû bingeha xwe datîne û pêş dikeve. Lê divê cudahiyeke stund-up a Kurdî ji lîstikên dîtir hebe. Hewceye em hinekî xwe ji çêran dûr bigirin û karibin bêyî çêran jî lîstikên bi şêwazên stund-up derxin ser dikê. Ji xwe armanca stund-upê jî ewe ku pergalê, civakê û hinek jî xwe rexne bike. Yanî ew hunereke underground e û bi awayekî hişk rexne dike hin tiştan. Ji lewma divê xeteke stund-up a Kurdî jî hebe û li gor pêwistiyên vê xetê tevbigere.”

Lê ku kes bela xwe bi wan nede!

Salih Yildizoz dibêje ji bo kesên lalik ango zimangiran “stund-up kêfxweşî ye lê ku kes bela xwe bi wan nede!” û wiha dewam dike; “Ji xwe yên ku zimanê wan giran in li dibistan, civat û bazaran newêrin xeber bidin. Lê gava yekî weke xwe li ser dikê dibînin kêfa wan tê. Ji lewma cihên ku ew xwe bi awayekî azad îfade bikin pirr kêm in.” 

Lalik jî tîradan ji ber dikin

Salih Yildizoz di dawiya lîstika xwe ya “Du Ziman” de heyfa hemû kesên zimangiran ji wan kesên ku tinazê xwe bi wan kirine digire û ji berhema William Shakespeare ya bi navê “Bazirganê Venedîkê” tîrada karakterê bi navê Shylock adapteyî rewşa kesên lalik dike û dibêje; We ez kêm kirim, tinazê xwe bi min kir û hûn bi min keniyan. We kesên weke min ji civakê dûr xist…we tinazê xwe bi wan kir û her wiha we bizarê devê wan kir. Çima kir? Zimane me giran e ji ber wê? Dest, laş, guh, hest û kela canê me tine ye qey? Em bi heman xwarinê têr nabin û bi heman nexweşiyê nakevin û bi heman dermanî baş nabin? Ma di havînan de laşê me germ û di zivistanan de jî nacemide weke yên we. Gava goştê canê me jê bibe qey xwîn jê nayê? Gava em bigirîn di heman demê de jî nikarin bikenin. Çi ferqa me heye ji we? Em tenê sê saniye ji we derengtir xeber didin ew jî hûn sebir nakin. Hîn peyv ji devê me dernakeve hûn peyvên me dibêjin ango temam dikin û dilê xwe bi me dişewitînin. Hûn dibêjin kela canê xwe bitefîne, aram be…Bihêlin bila ew peyv ji devê me derkeve. Ji xwe ez êşa zimanê dayikê dikşînim vêca bi ser de jî êşa zimanê fizîkî.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.