‘Bihar ti carî namirin...’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 18 Tîrmeh 2022 - 22:00

  • Simko Ahmed: Reng û peyv û êş kirin ku ez firçeyê hilgirim û pê xêz bikim. Ez bi hêz û evînê karê xwe dewam dikim. Ne hêsan e ku xeyalên hunermendan ber bigirin û berhemên nû bidin. Ji bo em karibin tiştekî bînin ziman û bi awayekî azad biafirînin pêdiviya me mi bi zimanekî azad heye.

ARDÎN DÎREN

Simko Ahmed (Simko Ehmed) hunermendekî Kurd e û li bajarê Silêmaniye ji dayik bûye. Sala 1996´an wî berê daye Japonya û li wir bi cih bûye. Li gorî agahiyên li ser malpera wî, ew yekem kesê Kurd e ku bûye hemwelatiyê Japonyayê. Wî di salên 1990’î de li bajarê Silêmanî endezyarî xwendiye, lê dema endezyarî xwendiye jî bala wî tim li ser huner bûye. Jixwe, wî ti carî dev ji endezyariyê jî bernedaye û li gel hunermendiya xwe di heman demê de endezyarekî çê ye jî. Wî li Japonyayê jî endezyarî xwendiye. Sala 1996’an, piştî ku ji zanîngehê mezûn dibe ji bo karê bi saziya civakî ya “Peace Winds Japan” re bar dike diçe Japonyayê. Ew bi saziyê re diçe gelek welatan û li wan welatan ji bo ji penaber û kesên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye, dixebite. Wî di vê çarçoveyê de li welatên Balkan, Kosova, Sieera Leone, Efxanistan, Pakîstan û Kurdistanê xebitiye û weke endezyarekî cihên ku şer zirar li wan kiriye û hilweşiyane bi sêwirandinên nû saxlem kirine. Nexasim wî ji bo penaberan rê, pirr, dibistan û pergalên drenajê saz kirine. Yanî wî binesaziya van bajaran bi niherîneke hunerî ji nûve saz kiriye û tim xwestiye pirsgirêkên mafên mirovan bi rêya huner çareser bike.

‘Dibe dengê kesên bêdeng’

Simko Ahmed endamê saziya JAALA ye û di rêveberiya vê saziyê de cih digire. JAALA saziyeke hunerî ya navneteweyî ya Japonyayê ye. Ev sazî nexasim bi hunerê Japonya, Efrîka û Emerîka Latîn re mijûl e. Simko Ahmed di heman demê de ji bo bienela JAALA kuratoriya berhemên hunerî yên Rojhilata Navîn û Emerîkaya Latîn jî dike. Berhemên ku hildibijêre jî li Tokyo, “Muzeya Huner a Metropolîtan” nîşan dide. Her wiha ew damezirînerê “Komeleya Huner a Baran” e jî. Wî heta niha li Japonya, Iraq, Kanada, Emerîka û gelek bajarên Ewrûpa û Asyayê pêşangehên solo vekirine. Nexasim li Tokyo û Seulê beşdarî gelek pêşangehan bûye û li van bajaran hunermendekî naskirî ye. Di sala 2000’î de li Koreya Başûr tevlî Bienala Gwangju “Man+Space” dibe ku ev bienal yek ji bienalên herî navdar yên Asyayê ye. 

Serokê Komeleya Rexnegirên Japonyayê û damezirînerê bienala JAALA Harui Ichiro ji bo Simko Ahmed dibêje, “Di warê dîmenan de kesekî pirr afirîner e. Ji jiyan, serpêhatî û rêwîtiya ku tê re derbas bûye, sûdê werdigire û bi saya van serpêhatiyên xwe berhemên resen ava dike. Dema ku min sala 1994’an berhemên wî li pêşangeha JAALA’yê dîtin, min ew dengê ku ji berhemên wî derdikeve bihîst û hîs kir. Wî li pey van berhemên xwe gelek serpêhatî veşartine. Ez heyranê vê hêla wî ya serketî me. Wekî ku ew jî dibêje, ew bi van berhemên xwe, dibe dengê kesên bêdeng u serpêhatiyên wan ên ku nayên bihîstin, vedibêje.”

Di warê wêje û helbestê de jî xurt e

Simko Ahmed tenê endezyar û şêwekar nîne, her wiha ew bi wêjeyê re jî mijûl e. Yanî helbest, çîrok û romanan jî dinivîse. Heta niha wî gelek projeyên weke çîrok û helbest jî nivîsandine û ev çîrokên wî di gelek kovarên hunerî de hatine weşandin. Di warê helbestê de jî ceribandinên wî hene. Art Graph, Raku û Studio Ghibli hin ji wan kovaran in ku çîrok û helbestên wî çap kirine. Her wiha, wî ev çîrokên xwe weke pirtûk jî çap kirine. Pirtûkên wî weke çîrok û wêne bi hev re hatine çap kirin. Di sala 2020’an de jî wî romana xwe ya bi navê “Tear of a village” (Rondikên Gundekî) nivîsandiye. Romana wî ya bi navê “When the moon is crying” (Dema ku heyv digirî) jî li ber destê wî ye ku hîna li ser dixebite û dinivîse.  

Û bihar ti carî namire

Simko Ahmed di helbesta xwe ya bi navê “Spring never dies” (Bihar ti carî namire)* dibêje;

“Reng û peyv û êş kirin ku ez firçeyê hilgirim û xêz bikim. Ez bi hêz û evînê karê xwe dewam dikim. Ne hêsan e ku xeyalên hunermendan ber bigirin û berhemên nû bidin. Ji bo em karibin tiştekî bînin ziman û bi awayekî azad biafirînin, pêdiviya me mi bi zimanekî azad heye yê ku qet sînoran li pêşiya me ava nake. Divê em wan zincîrên ku fikr û nihêrînên me û her wiha destên me girêdane, biqetînin û xeyalên xwe pêk bînin. 

Divê yek ji peyamên hunermend jî meseleyên insanî, azadî û wekhevî be, nexwe ew ê nikaribe di deriyê dîrokê re derbas bibe û dê weke merivekî kor li derveyî dîrokê bimîne. 

Merivên tarî, paşverû û nezan nikarin bi têlên kemanê senfoniyekê ava bikin û wê senfoniyê bijenin. Tenê kesên ku li hember dagirkirina xelkê li çepikan naxin û piştevaniya wan kesan nakin, dikarin kemanê bijenin û senfoniyeke xweşik ava bikin.

Ji lewre bihêlin bila bi rêya hunerî zeraqên tavê heta dawiyê rê nîşanî xelkê bidin û hunerê rasteqîn li dinyayê balav bibe.”

* ”Spring never dies” (Bihar ti carî namire) di heman demê de navê tabloya wî ya navdar e jî. Ev hevokên di vê nivîsê de helwêsta huner û jiyana Simko Ahmed in.

Simko Ahmed kî ye

Simko Ahmed sala 2008’an li Zanîngeha Tokyoyê di warê Sêwirandin û Endezyariyê de lîsansa bilind diqedîne.

Ew sala 1998’an jî dîsa li Înstîtûya Hunerên Bedew (MIFA) ya li Tokyoyê di warê hunerî de xebitiye û lîsansa xwe çêkiriye. Simko Ahmed sala 2012’an diçe Londonê û niha li wir dimîne. Lê wî têkiliya xwe ji Tokyoyê qut nekirine û ji bo karên hunerî carê li wir jî dixebite.

Navê hin xebatên wî ku hem weke wêne û hem jî weke helbest hatine çapkirin ev in:

Bihar ti carî namire-2010
Rengên Cinetê-2011
Çûkên Cinnetê-2018

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.