Bienela Berlînê mêtingeriyê û kapîtalîzmê dinirxîne
Sêşem 21 Hezîran 2022 - 22:06
- Bienela Berlînê ya îsal balê dibe ser mêtingerî, baviksalarî û kapîtalîzmê. Nexasim jî rûxandin û hilweşandina ku wan pêk aniye, tîne ziman û li ser vê yekê disekine.
Bienela Berlînê ya îsal balê dibe ser mêtingerî, baviksalarî û kapîtalîzmê. Nexasim jî rûxandin û hilweşandina ku wan pêk aniye, tîne ziman û li ser vê yekê disekine. Bienala Berlînê ya ku ev cara 12’an tê lidarxistin, dê heta 18’ê Îlonê dewam bike.
Bienal li 6 mekanan belav bûye û ji bo îsal serenavê “Still Present” (Hîna jî heye) ji xwe re hilbijartiye. Bienal bi vê yekê dixwaze li ser birîn û zehmetiyên ku bê edaletiyê derxistine holê bisekine û bi kar û barên hunerî vê yekê binirxîne.
Kuratoriya Bienela îsal hunermendê Cezayîrî û Fransî Kader Attia dike. Attia dibêje, bienala îsal tiştên veşartî yên nayên dîtin, derdixe holê.
Wî bianela îsal bi 70’ê kesî re hazir kiriye û bi tevahî 82 hunermend wê tevlî bernameya Bienela Berlînê bibin û performansên xwe nîşan bidin.
Navên mekanên Binalê wiha ne; Akademie der Künste, Hanseatenweg; Akademie der Künste, Pariser Platz, Dekoloniale Memory Culture in the City; Hamburger Bahnhof – Museum für Gegenwart – Berlin; KW Institute for Contemporary Art û Stasi Headquarters.
BERLÎN