Bibin parçeyekî berxwedanê

Sêşem 26 Nîsan 2022 - 22:12

  • Dîlên azadiyê: Li dijî van êrişên tinekirinê her mirovekî me dikare tiştekî bike. Gerîla bi rengekî fedaî şer dike. Em bang li ciwanan dikin da ku tevlî nava refên gerîla bibin.

Li ser navê girtiyên azadiyê yên ji dozên PKK’ê û PAJK’ê daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin, “Li dijî êrişên tinekirinê, her mirovê me dikare tiştekî bike. Em bang li ciwanan dikin da ku tevlî nava refên gerîla bibin. Her wiha yên hêza xwe hene, li meydanan, li kolanan divê dengê berxwedanê bigihînin her kesî.”

Li ser navê girtiyên ji dozên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyanî da. Denîz Kaya got, “Weke girtiyên ji dozên PKK û PAJK’ê yên li zindanan, tevî şert û mercên giran ên tecrîdê jî em hewl didin bûyeran ji nêz ve bişopînin. Li gorî agahiyên kêm ên gihîştine ber destê me, dewleta Tirk bi çekên şer ên berfireh û tevlîhev li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişeke dagirkeriyê kiriye.”

Denîz Kaya ragihand ku mîna êrişên beriya niha, di vê êrişê de jî dewleta Tirk bi rêya têkiliyên xwe yên kûr ên bi PDK’ê re hewl dide PDK’ê tevlî vî şerî bike û got, “PDK bi asta heyî ya xiyaneta xwe re teslîmî dewleta Tirk bûye, welê lê hatiye ku her bi gotina wê dike. Çend rojan beriya êrişa li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê Serokwezîrê Hewlêrê, Mesrûr Barzanî li Dolmabahçeyê bi Erdogan re rûnişt, ku wêneyê di wê hevdîtinê de her tişt darîçav dikir. Ev wêne mînaka berçav a hevkarî, koletî û teslîmbûna xanedaniya Barzanî ye. Xanedaniya Barzanî veguheriye rewşeke welê ku ti derdê xwe yê Kurdîtiyê nemaye, berjewendiyên xwe yên malbatî di ser her tiştî re dibîne, ev zêdeyî 30 salan e Başûrê Kurdistanê şêlandiye, nirxên madî yên gel kontrol kiriye, li DYE, Tirkiye û welatên cuda pere stok kirine û bi vî rengî bûye çeteyeke diziyê. 

Diziyê ew kirin hevkar

Tebeqeya jor a xanedaniya Barzanî ji bo karibe xenîmetên xwe biparêze, dikare her tiştî bikin. Yek ji sedemên sereke yên êrişa wan a li dijî Tevgera Azadiyê diziya wan e. Têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê ji ber ku li tevahiya cîhanê û Kurdistanê destketiyên Kurdan diparêze û wan mezin dike, xanedaniya Barzanî êriş dike. Herî kêm bi qasî dewleta Tirk ji PKK’ê, ji Rêber Apo, hêzên azadiyê û ji gelê Kurd ê li her parçeyî ditirse. Lewma sûcên giran kirine û xiyanetê dike. Çarenûsa vê xanedaniyê û ya Erdogan û AKP’ê bûye yek. Yên ku sûcên wan kifş kirine jî PKK û Serok Apo ye.”

Girtiyên ji dozên PKK û PAJK’ê got, ti elaqeya vê xanedanê bi Kurdîtiyê re nemaye, “Erdogan çiqasî Kurd be, ew jî ewqasî Kurd in. Erdogan dijminê Kurdîtiyê ye. Ji bo tinekirina nirxên Kurdan dixebite. Bingehê ku bi xanedaniya Barzanî re li ser li hev kirine, zemînekî wiha ye.”

Îsal azadiya fizîkî ya Ocalan misoger dibe

Dîlên azadiyê yên ku ji dozên PKK û PAJK’ê di hepsên dewleta Tirk de ne, bi daxuyaniyê dibêjin, rastiya Newrozê ya sala 2022’yan, her wiha şervaniya fedaî ya gerîla wê serketinê îsal misoger bike: “Em bi vê yekê bawer in. Em ê berxwedêriya zindanê li ser vî bingehî bilindtir bikin û di serketina sala 2022’yan de hebin. Bi baweriya ku sala 2022’yan wê azadiya fîzîkî ya Rêberê me misoger bibe, em bang li gelê Kurd, gelên herêmê û mirovahiya pêşverû dikin da ku bi rengekî çalak tevlî têkoşînê bibin. Li dijî van êrişên tinekirinê her mirovekî me dikare tiştekî bike.

Gerîla bi rengekî fedaî şer dike. Em bang li ciwanan dikin da ku tevlî nava refên gerîla bibin. Her wiha yên ku hêza wan heye divê li meydan û kolanan dengê berxwedanê bigihînin her kesî. Yên ku hêza xwe têra vî tiştî nake, dikarin li gorî baweriya xwe dua bikin û serketinê bixwazin.

Têkbirina van êrişên bi piştgiriya gelek hêzên navneteweyî û herêmî, berpirsyariya dîrokî ya her kesî ye. Dem hatiye ku ji bo bicihanîna vê berpirsyariyê em hewl bidin. Em ê teqez bi ser bikevin û Rêberê xwe azad bikin. Serketin wê teqez misoger bibe.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Serketin wê ya gerîlayên ku weke fedaiyan şer dikin û gelê me yê li berxwedêr be.”

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.