Li gundê Seran a li Dola Akoyan ya ser bi bajaroka Rewanduzê ku 20 mal lê hene, bi awayek zibare (komûnal) ji bo amadekariyên zivistanê dest bi birrîna çilo kirine.
Li vî gundî her sal piştî 20’ê Tebaxê bi awayek zibare dest bi birîna çilo tê kirin heta nîva meha Cotmehê berdewam dike. Xelkê gund ku debara wan li ser sewalvaniyê ye, ji niha de dest bi amadekariyên zivistanê kirin.
Sûda wê ji bo xwezayê heye
Cebar Ebdullah diyarkir ku ew her sal bi alîkariya xizim û dostan bi awayekî zibare dest bi birîna çilo dikin. Di dema birîna çilo de her kes karek cûda dike, hinek kes çilo dibirin, hinek kom dikin, hinek dikin gurz, hinek dikêşin ber dêrya çilo û hinek jî wî çiloyî dikin dêrî. Birrîna çilo du sudên xwe hene, ya yekem di demsala zivistanê de çilo didin pez, ya duyem jî salane bi birrîna çilo re ew dar xwe nû dikin:“Ev kar sûdek mezin ji bo parastina jîngehê heye. Çiqas zêdetir ev çilo jê bê birîn qurmê darê stûrtir dibe û dikare xwe li ber şikestin û hişkbûnê bigre. Her çiqek tê birrîn hetanî sê salên din ew çiq nayên birîn.”
Karê bi hevre civakîbûnê xurt dike
Xalid Hisên ji gundê Gerewan hatiye gundê Seran ji bo tevlî zibareya çilo birrînê bibe:“Birîna çilo divê bi zibareyî were kirin, ji ber ku karek zehmet e. Kesên sewalan xwedî dikin û xelkê din hevkariya hev dikin û vî karî bi hevre dikin.”
Barzan Cemal ku xwediyê zibareyê ye jî, got:“Divê her sal zêdetirî 50 dêriyên çilo em bikin. Ger wisan nekîn wê di demsala zivistanê de sewalên me bimînin bê xwarin. Ji ber hikûmet alîkariya sewalvanan nake, em neçarin ji niha de amadekariyên zivistanê bikin da ku di dema barîna berfê de vî çiloyî bidin pezê xwe.” Barzan Cemal diyarkir karê zibareyî ruhê hevgirtin û civakîbûnê di nava xelkê de xurt dike:“Em hemû bi hevre ji bo karên giştî hevkariya hev dikin. Ev jî dibe sedem karê ku em ji siharê heta êvarê dikin, di nava xweşiyê de û bi hêsantir temam bibe.”
ROJNEWS/REWANDUZ