Bi zarokên paşerojê huner

Nûçeyên Çand/Huner

În 12 Tîrmeh 2024 - 00:33

Hîlala Zêrîn a Kantona Efrîn û Şehbayê di betlaneyên dibistanan de perwerdeyên hunerî ji bo zarokan vekirin. Endamên Komîteya Perwerdeyê ya Hîlala Zêrîn a Kantona Efrîn û Şehbayê têkildarî perwerdeyên xwe yên havînê axivîn.

Endama komîteyê Esme Hido diyar kir ku di betlaneyê de perwerdeyên hunerî ji bo zarokan hatine vekirin û hefteyê du caran perwerde tê dayîn û got:“Beşên tembûr, şano, govend û stranan hene û li gorî xwesteka zarokan e. Di koma stranan de 20 zarok hene, her wiha komeke stranan li bajarokê Ehdasê jî hatiye avakirin, li wir jî 20 zarok in." Mamosteya govendê Zêneb Îbo jî got ji bo zarok dema xwe vala derbas nekin, di betlaneyê de xwestin perwerdeyê ji bo zarokan destpê bikin.

Zêneb Îbo destnîşan kir ku zarok bi rêya hunerê wê kevneşopên xwe nas bikin û wiha got:“Zarok dixwazin fêrî huner û çanda xwe bibin. Lê li Şehbayê malbat zehmetiyên madî dikişînin, ji ber vê jî berê gelek zarokan didin kar. Em hewl didin vê yekê jî çeraser bikin. Em dixwazin zarok kevneşop û çanda xwe nas bikin, ji bo ku di dema pêş de zarok bikarin cihê xwe di hundir hemû projeyan de bigirin."

Zaroka bi navê Newroz Elîko jî diyar kir ku di betlaneyê de xwest bikeve perwerdeya Hîlala Zêrîn û di beşa govendê de xwe bi pêş bixe. Her wiha zaroka bi navê Rojîn Memo jî got hezkirina wê ji govendê re heye, ji ber vê jî cihê xwe di koma govendê de girtiye.

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.