Bi yekdengî li dijî Tirkiyeyê

Sêşem 28 Hezîran 2022 - 21:39

  • 34 partiyên siyasî yên li Rojava û li herêmên Rêveberiya Xweser bang li Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê kir da ku meydana hewayî li dewleta Tirk bigirin û ji keç û xortên kurd jî kir da ku bi çalakiyan li ber gefên dagirkirinê rabin.

34  partiyên siyasî, tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşî li sûcên dewleta Tirk bê girtin, bang li welatên Koalîsyona Navneteweyî ya dijî DAIŞ´ê û li Fedrasyona Rûsyayê kir da ku qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Tirkiyeyê bigirin.

Van 34 partiyên siyasî û tevgerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê mijarê de daxuyaniyek da. Daxuyanî li Navenda Lêkolîn û Şêwira Dîplomatîk a li Qamişloyê hat dayîn.

Endamê Partiya Muhafezekaran Ednan Izo, Endamê Partiya Yekitiya Suryan Gabrîel Şemûn û serokê Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di gelek daxuyanî û helwêstên navneteweyî de bang li dewleta Tirk a dagirker hat kirin ku li gorî her du peymanên agirbestê yên di Cotmeha 2019’an de hatine îmzekirin, tev bigere û tu operasyonên leşkerî û êrişên nû li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pêk neyîne. Wan got, “Dewleta Tirk a dagirker êriş û bombebarankirina bajar, bajarok, gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û Mexmûrê didomîne. Herî dawî jî li Silêmaniyê cihgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî kir hedef.”

Wan got, dewleta Tirk projeya xwe ya berfirehkirina dagirkeriyê dewam dike: “Dewleta Tirk bajarên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin û sûcên şer li dijî sivîlan kirin. Her wiha qirkirina etnîk, koçberkirina bi darê zorê û guhertina demografîk dike.”

NY deng nake Tirkiye dagir dike

Partî û tevgeran, nebûna helwêsteke tund a Neteweyên Yekbûyî (NY) li hemberî binpêkirinên hiqûqa navneteweyî bi destê Tirkiyê, wekî sedema dewamkirina êrişan û berfirehkirina qada dagirkeriyê û dewamkirina projeya mêtingeriya dewleta Tirk nîşan da.

Wan got, dewleta Tirk li Rojhilata Navîn wekî dewleteke hov tev digere û li dijî gelên herêmê polîtîkayên terorê dimeşîne: “Bi salan li ser sînorên xwe li dijî DAIŞ’ê şer nekiriye; berovajî vê çûn û hatina terorîstan ji bo Sûriyê hêsan kir û alîkariya serkirdeyên terorîstên DAIŞ û El-Nusrayê li navçeyên dagir kirî, dike.”

Tirkiye şerê li dijî DAIŞ´ê têk dibe

Partî û rêxistinan bal bire gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina deverên din ên li Bakurê Sûrî û got, “Her tevgereke nû ya leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê destketiyên hevpeymana navdewletî û hevpeymanên wê bi Hêzên Sûriya Demoqratîk re têk bibe. Her wiha hewlên wan ji bo şerê li dijî rêxistina terorîst qels dike û dibe sedema pêlên penaberiyê ber bi Ewrûpayê û welatên herêmê ve, di heman demê de cihekî guncaw ji bo terorîstên herî xeter ku di kamp û zindanan de ne, peyda dike da ku careke din li herêmê zindî bibin.”

Keç û xortên Kurdan zend û bendan badin

Partiyên siyasî û tevgerên li Rojava û herêmên rêvebeirya Xweser, bang li welatên endamên Koalîsyona Navneteweyî, nexasim DYE, Brîtanya û Fransayê û her wiha li Federasyona Rûsyayê kir da ku li dijî dewleta Tirk tedbîrên tund bigirin û meydana hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li balafirên wê bigirin: “Da ku pêşî li êrişeke nû bigirin, em bang li keç û xortên gelê xwe yên li welat û derveyî welat dikin da ku dest bi çalakiyan bikin û zextê bikin da ku rê li ber vê êrişê bê girtin û ji ber sûcên wê yên dermiovî, hesab ji dewleta Tirk bê xwestin.”

Van partiyan bang kir

Van partiyên li jêr daxuyaniya hevpar da: PYD, Partiya Kesk a Demokrat, Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê, Yekitiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê -Sûriyê, Partiya Demokrat a Kurd a Sûrî, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê, Yekitiya Şexîlê ya Kurdistanê, Partiya Guhertin a Demokratîk a Kurdistanê, Desteya Nîştimanî ya Erebî, Tevgera Nûjen a Kurdistan, Partiya Komarî ya Kurdistanê, Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî ya Sûriyê, Tevgera Reform-Sûriyê, Partiya Asûrî ya Demokratîk, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Yekîtiya Nîştimanî ya Azad-Rojava, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongra Star, Partiya Muhafezekaran a Demokratîk, Partiya Têkoşînê ya Demokratîk, Şepêla Pêşerojê a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojava Kurdistan, Tevgera Guhertinê ya Demokratîk, Partiya Yekitiya Suryan, Partiya Demokrat a Kurd li Sûrî (Parti), Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyê, Desteya Koordîneyê ya Nîştimanî (Tevgera Guhertinê ya Demokratîk) û Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî).

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.