Bi yek derbê 24 dagirker

Yekşem 7 Tebax 2022 - 21:39

  • Gerîlayên azadiya Kurdistanê li Girê Amediyê bi operasyoneke şoreşgerî ji 6 baskan ve li dagirkeran xist û 24 dagirker kuştin. Di çalakiyên din ên gerîlayan de jî 15 dagirkerên din hatin kuştin. 

Gerîlayên azadiya Kurdistanê di Operasyonên Şoreşgerî yên ji bo pîrozkirina “Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê” de 39 leşkerên Tirk ên dagirker kuştin. Her wiha 2 radar, 2 çeper, 2 mobesse û cebilxane hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Di encama çalakiyên hêzên me yên bi ruhê fedayî yê Apoyî de derbên giran li dewleta Tirk a dagirker hatin xistin. Di encama çalakiyan de; 39 dagirker hatin cezakirin, 5 dagirker jî birîndar bûn. 2 pergalên radarê, 2 çeper, 2 pergalên kamerayên mobesse û cebilxane hatin îmhakirin. 1 wesayîteke kepçe, derb li çepereke çeka A4 û çepereke çeka BKC hatin xistin.

Her wiha hêzên me bi ser dagirkeran de girtin û 20 kîlogram teqemenî, 1 telefona destan, 3 şarjorên fîşekan ên G-3, 2 bombeyên destan, êlegekî zirxî, 1 mertalê parastinê û gelek kelûpelên jiyanê desteser kirin.

Artêşa Tirk a dagirker 28 caran bi çekên nukleerî yên taktîkî, çekên kîmyewî, bombeyên dûmanê û yên destan êrişî Qadên Berxwedanê kir; 9 caran bi balafirên şer; 18 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran dever bombe kir.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:

Li Avaşînê

6’ê Tebaxê saet di 08:40’an de dagirkeran xwest bi wesayîtên kepçe êrişî tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê bikin, bi çekên ferdî û giran gerîlayan derb li wesayîteke kepçe xist.

6’ê Tebaxê saet di 10:40’an de dagirkeran xwest bi bombeyên nukleerî yên taktîkî êrişî tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê bikin, bi çekên giran derb li wan hatin xistin.

Li Metînayê

6’ê Tebaxê saet 08.30’an qereqola Kanî Masî ya artêşa Tirk a dagirker a li navçeya Kanî Masî ya ser bi Amediyê ya Dihokê, bû hedefa hêzên me û bi çekên giran lê hat xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek, 2 pergalên radarê û pergaleke kameraya mobesse hatin rûxandin.

6’ê Tebaxê saet di 10:30’an de, dagirkerekî ku xwest sîstema kameraya mobesse li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi cih bike, ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat cezakirin.

6’ê Tebaxê saet 15:30’an 4 dagirkeran xwest bi teqemeniyan êrişî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bikin, bi sabotajê 2 caran derb li wan hat xistin. Li vir 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Hêzên me bang li dagirkerê birîndar kirin da ku teslîm bibe. Leşkerê birîndar ê ku li ser banga hêzên me got “min rizgar bikin” ji aliyê leşkerên Tirk ên dagirker ve hat kuştin. Hêzên me mudaxeleya dagirkerên ku gule reşandin kirin û dagirkerek ceza kirin. Di şerê dijwar de hêzên me dest danîn ser 20 kîlogram teqemenî, telefoneke destan, 3 şarjorên fîşekan ên çeka ferdî ya G-3, 2 bombeyên destan, 1 êlegê zirxî, 1 mertalê parastinê û gelek kelûpelên jiyanî.

6’ê Tebaxê saet di 17:40’an de tîmên me yên bitevger bi çalakiyeke koordînekirî ya gerîla ji 3 baskan ve li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî xistin. Baskê yekemîn ê çalakiyê; çeperên dagirkeran kirin hedef û bi awayekî bibandor li wan xistin. Çepera li vir hat hat rûxandin û 4 dagirker hatin cezakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê; bi taktîka selvaniyê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hat cezakirin. Baskê sêyemîn ê çalakiyê; cebilxaneyên dagirkeran hedef girtin û 3 dagirkerên li derdora cebilxaneyê hatin cezakirin. Ev cebilxane demeke dirêj şewitî, teqiya û bi temamî hate îmhakirin.

Di operasyona şoreşgerî de 24 leşker kuştin

7’ê Tebaxê saet di 05:00’an de dagirkerên ku xwestin ber bi tunelên şer ên Şehîd Sîpan û Şehîd Gelhat ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ve bi pêş ve biçin, xistin bin kontrolê. Li dijî van dagirkeran Operasyona Şoreşgerî hat destpêkirin û ji 6 baskan ve li wan hat xistin. Baskê yekem ê operasyonê; bi çekên ferdî û bombeyên destan 5 dagirker cezakirin. Baskê duyemîn ê operasyona; bi çekên ferdî û bombeyam 4 dagirker ceza kirin. Baskê sêyemîn ê operasyonê; bi bombeyên destan 3 dagirker ceza kirin.

Baskê çaremîn ê operasyonê; bi çekên ferdî 3 dagirker ceza kirin, 4 dagirker birîndar kirin. Baskê pêncemîn ê operasyonê; bi sekvaniyê 6 dagirker ceza kirin, dagirkerek jî birîndar kirin. Baskê şeşemîn ê operasyonê; bi bombeyên destan li dagirkeran dan û li wir 2 dagirker cezakirin.

Bi vê çalakiyê re hemwext, dagirkerên li derdora çeperên şer ên Girê Şehîd Pîrdoxan bi cih bûne, bi çekên navîn ên otomatîk hatine hedefgirtin û gulebarankirin. Di encamê de jî dagirkerek hate cezakirin, 1 çepera A4 û 1 çepera BKC hate derbkirin. Di heman demê de 1 kamera mobeseyê ya ji aliyê dagirkeran ve hatibû danîn hate hedefgirtin û rûxandin.

Li Xakurkê

Di 6’ê Tebaxê saet 15:30’î de dagirkerên li Girê Şehîd Şahan bûn hedefa hêzên me yên YJA Starê. Hêzên me bi çekên giran derb li dagirkeran xistin.

HPG´ê wekî din da zanîn ku di daxuyaniya wan a 5’ê Tebaxê de, li ser çalakiya îmhakirina maşîneke dagirkeran li di navbera Girê Maymun û Girê Sînekê yên Şirnexê, wan gotibû 8 dagirkerên di wesayîtê de hatine cezakirin û 3 dagirker birîndar bûne. HPG´ê ev agahî sererast kir û got, di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûne.  

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.