Bi xweparastinê em ê tolê hilînin

Şemî 20 Çile 2024 - 03:45

  • KJK: Em hevrêya xwe ya şehîd Firyal Xalid bi minetdarî bi bîr tînin. Em ê bi xurtî xwedî li her kêliya têkoşîna wê ya azadiya jinê derkevin. Em ê li ser bingehê xweparastinê, hesab ji dewleta Tirk a faşîst bipirsin.

Koordînasyona Koma Jinên Kurdistanê, KJK’ê kuştina siyasetvan Firyal Silêman Xalid şermezar kir. Firyal Silêman Xalid 18'ê Çile li Kerkûkê bi sûîqestê hat qetilkirin. KJK´ê got, hesab wê ji kujeran bê pirsîn. Di daxuyaniya KJK’ê de tê gotin, “Firyal Silêman Xalid 18'ê Çile li Kerkûkê li ber dibistanekê di encama sûîqestekê de hate qetilkirin. Li gorî şahidên bûyerê, êriş ji aliyê du kesan ve hate kirin û çeka bêdengkirî hate bikaranîn. Hate ragihandin ku 8 fîşek berdana bedena Firyal Silêman Xalid û êrişkar ji holê winda bûne. Dewleta Tirk a qirker, kujerê jinê û faşîst, rûyê xwe yê qirêj, bi xwîn û tarî li Kerkûkê bi qetilkirina siyasetvan-şoreşgera Kurd Firyal Silêman Xalid careke din nîşan da. Em hevrêya xwe ya şehîd bi rêz û minetdarî bi bîr tînin, diyar dikin ku em ê bi xurtî xwedî li her kêliya keda sih salan a têkoşîna wê ya azadiya jinê derkevin. Em dibêjin, em ê hesab ji dewleta Tirk a faşîst, xizmetkar û tetikkêşên wê bipirsin, vê yekê li ser bingehê xweparastinê bikin. Em vê kuştinê bi tundî şermezar dikin."

Hûn ê li hember têkoşîna jinê têk biçin

KJK’ê got, dewleta Tirk dixwaze sûdê ji aloziya li Rojhilata Navîn û Asyayê werbigre û wiha dewam kir: “Di vê demê de ku şer û nakokiyên berjewendiyan ên hegemonya kapîtalîst-împeryalîst û serweriya mêr zêde bûne, li gelek deverên Rojhilata Navîn û Asyayê şer diqewime, dewleta Tirk a faşîst-nijadperest dixwaze sûdê ji vê yekê wergire û giranî daye ser komkujiyên li dijî Kurdan û jinan. Li Rojava, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombeyan li binesaziya aborî û civakî ya gelê me dibarîne, pêwîstiyên herî bingehîn; navendên av, elektrîk û sîloyên genim tine dike, dixwaze gelê me koçber bike û demografiyê biguherîne. Bi van êriş û komkujiyên topyekûn, dixwaze armanca xwe ya qirkirina Kurdan bi ser bixîne û zemîn û derfetê ji polîtîkayên Neo Osmaniyê re biafirîne. Lê em careke din destnîşan dikin ku hûn ê nikaribin vê bi ser bixînin, hûn ê têk biçin. Weke jin em ê têkoşîna azadiyê xurt bikin, mezin bikin û weke gelê Kurd jî em ê xaka xwe neterikînin, bi gelan re bijîn û xaka xwe bikin warê azadiyê."

Soza me tolhildana wê ye

Meclisa Kongra Star jî bi daxuyaniyekê êrişa li ser jina têkoşer û pêşeng Feryal Silêman Xalid bi tundî şermezar kir û got, “Doh pêşeng û tekoşer Nagihan Akarsel, îro jî pêşeng û tekoşer Zelal Zagros (Firyal Silêman Xalid) hate qetilkirin. Soza me wê bibe tohiladana wan.”

Kongra Star jî di dewama daxuyaniya xwe de got, “Firyal Silêman Xalid li Rojavayê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de mezin bû. Bi taybetî weke jinekê di lêgerîna xwe ya azadiyê de tevlî nava refên PKK’ê bû. Heval Zelal 31 yek salan ji bo gel û jinan bê navber li hemberî zor û zehmetiyan hemûyan li ber xwe da û têkoşiya. Ji çiyayên Kurdistanê, heta qadên derveyî welat li her derê kar û xebat daye meşandin. Di pêvajoyeke wiha de qetilkirina jina şoreşger û pêşeng, dide diyarkirin ku zêhniyeta faşîst çiqasî ji jinên bi hêz û zana, xwedî felsefe û îdeolojiya Rêber Apo, ditirse. Zelal li hember DAIŞ’ê jî şer kir û bê dudilî bi ser dijminê mirovahiyê û jinan de çû û ew têk bir. Ji bo wê jî ev êriş bi destê zêhniyeta ku xwe kiriye hembêza dijminê gelê Kurd ê faşîst PDK’ê û dewleta Tirk, hatiye bipêşxistin. Em bang li jinan hemûyan dikin da ku rabin ser piyan û xwedî li têkoşera azadiyê derkevin. Em dibêjin, divê hikûmeta Iraqê kujeran eşkere bike. Ger hikûmeta Iraqê vê yekê neke, nexwe ew jî hevkarê qetlkirina Firyal Silêman e.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.