Bi xêzan romanên baş ên vê payîzê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 21 Cotmeh 2023 - 00:15

  • Di nava 6 xêzeromanan de ku vê payîzê li Elmanyayê hêjayî xwendinê ne, li gorî Suedduetschzeitung xêzeromana li ser hewldana avakirina xweseriya Şingalê No Sleep till Shingal jî heye.

Ji bo rojnameya Sueddeutschezeitungê, Moritz Baumstieger, Fritz Göttler û Martina Knoben daketine bi “şeş” xêzeromanên vê payîzê bi wergera Elmanî yan jî bi Elmanî derçûne: Xêzeromanên herî baş ji bo payîzê: Xweşkok û xeddar weke di çîrokê de…

Di nava van de wergera bi Elmanî ya xêzeromana Zerocalcare ya bi navê “No Sleep till Shingal” jî heye.

Azad bibin!

Xêzeromana pêşî ya ku ew pêşniyaz dikin ya Sandra Rummler e; navê xêzeromanê “Seid befreit” (Azad bibin) e. Ev xêzeroman behsa Moyê dike, ew li maleke li kêleka Dîwarê Berlînê mezin dibe, li Rojhilatê Elmanyayê (DDR). Carinan polêsên kontrola sînor li ser banê wî dimeşin. Rojava nêzîk e, destê wê nagihiyê; ji bo wê weke mekanekî xeyalan e. Ji xêzeromana Sandra Rummler tama vegotineke otobiyografîk tê: Weke ku ew behsa zaroktiya xwe ya li DDR´ê bike. Nivîskar û xêzkar Sandra, Moyê weke keçeke bê taybetiyeke diyar a bê perspektîf xêz dike. Lê beramberî wê ew paşxaneya wê rengîn û bi gelek kitekitên balkêş xêz dike, xêzên aquwarel ên pirr bedew derxistine holê. Weke destpêkek serketî ev xêzeroman tê nirxandin.

Kunye: Sandra Rummler (Nivîs û xêz). Seid befreit. Weşanxane: Avant Verlag, Berlîn 2023. 264 rûpel.

Heta bi Şingalê xew nîne

Ji heman weşanxaneyê, Elmaniya “No Sleep till Shingal” (Heta bi Şingalê xew nîne) ya Zerocalcare jî weşandiye. Zerocalcare berê jî bi xêzeromana Kobanê Calling bala xwe biribû ser Kurdan û Kurdistanê. Vê carê, ew nîşan dide çawa karekî serketî ye mirov bi sebr û semax be, li Kurdistanê û welatên li dora wê. Rawestîna li deriyên sînor, li seytereyên cihê, mana li benda memûran, paşê bi wan memûran re mana li benda mesûlên wan - Zerocalcare xweş behsa van dike û gava behsa van dike, ew henekoyî ye jî. Di kitêbê de ew nîşan dide, libendêmayîn û raneketin bi hev re jî dibin. Zerocalcare vê carê berê xwe dide Çiyayê Şingalê, nav Êzîdiyan û lê dinihêre ka ev koma ketî ber çerxa qirkirinê ya DAIŞ´ê çawa hewl dide xweseriya xwe li Iraqê ava bike. Bi qasî Kobanê Calling, aktion tê de nebe jî “No Sleep till Shingal” bi dengekî tam li gorî xwendevên dide der da ku çarenûsa Êzîdiyan a kêm tê nasîn hinekî rohnî bike. Em wê esprioya wî ya henekan a anarşîst û lakonîk di vê xêzeromanê de xweşik dibînin. Nivîskarên Sueddeutschezeitungê gotinên Moritz Baumstieger li ser vê yekê bi bîr dixin: “Gelo we Erdogan bi cilûbergên cosplay xeyal kiriye? Zerocalcare qet nebe vê yekê texeyul dike - helbet gava li benda tiştinan disekine.” 

Kunye: Zerocalcare. No Sleep till Shengal. Myriam Alfano ji Îtalî wergerand Elmanî. Weşanxane: Avant Verlag, Berlîn 2023. 200 rûpel.

Rêwîtiya Shuna

Çîrokeke berdariyê ya çîrokeke gelêrî ya Tîbet Îlham daye Hayao Miyazaki, da ku “Shunas Reise” (Rêwîtiya Shunasî) binivîse û xêz bike. Mîr Shuna, li heywanekî çolê yê bi navê Yakkulm siwar dibe da ku li dane û tovên berdar ên ceyê zêrîn zer peyda bike da ku dawiyê li xelaya li gundê xwe bîne. Xêzeroman esas sala 1983´yan weke kitêb derçûbû. Hayao Miyazaki dixwest filmê wê çêke, lê nekarî pereyan hingê peyda bike û tenê weke kitêb weşandibû. Di vê xêzeromanê de ew balonên axaftina karekteran nînin, lê kêliyên filmwarî yên zelûl lê bi tesîr hene. Mîr Shuna, vedigere welatê Xwedamirovan, welatê heyv tê dinê, da ku li wir bimire. Di dawiyê de Mîr her tişta xwe ji dest dide: ziman, bîr û nasname ... tenê keça bi navê Thea dikare wî rizgar bike.

Kunye: Hayao Miyazaki. Shunas Reise. Nora Bierich ji Japonî wergerandiye Elmanî. Weşanxane: Reprodukt, Berlîn 2023. 160 rûpel.

Hevrê Pepûk

Anke Feuchtenberger, di Genossin Kuckuck (Hevrê Pepûk) de welatekî weke di çîrokan de xêz kiriye: xweşkok, lê hov û xeddar jî. Ji bo beniştekî ji rojava, hevala wê ya herî baş, xiyanetê bi Kerstin re dike. Di qederê 450 rûpelan de ew jî behsa zaroktiya li DDR´ê dike. 

Kunye: Anke Feuchtenberger. Genossin Kuckuck. Weşanxane: Reprodukt, Berlîn 2023. 448 rûpel.

Nexşe û herêm

Michel Houellebecq, Louis Paillard bi Karte und Gebiet (Nexşe û herêm)

tiştên jiyana rojane, bi xweşikbûna xwe ya beîst hatine nîşandan. Jed afirîdekî nivîskarê navdar ê Fransî Michel Houellebecq e. Louis Paillard romana Houellebecq sala 2010´an veguherandibû û jê ev xêzeroman çêkiribû. Û niha jî wergera wê bi Elmanî derket.

Kunye: Michel Houellebecq (metn), Louis Paillard (xêz): Karte und Gebiet. Uli Wittmann ji Fransî wergerand Elmanî. Weşanxane: Dumont, Koln 2023. 156 rûpel.

Kenîşte

Joann Sfar bi xêzeromana “Die Synagoge” (Kenîşte) bal biriye ser antîsemîtîzma li Fransayê. Karekterê sereke Joann li bajarê Nizza ciwanek e û di nava nazî û dijminên biyaniyan de maye. Êrişên li dijî cihuyan, xirakirina mezelên wan. Joann esas dixwaze weke bavê xwe be lê nikare: Bavê wî parêzerekî serketî ye û gelek neonazî xistine hepsê. 

Kunye: Joann Sfar (metn û xêz): Die Synagoge. Annika Wisniewski ji Fransî wergerand Elmanî. Weşanxane: Avant Verlag, Berlîn 2023. 208 rûpel.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.