Bi xêzan jiyana Abdullah Ocalan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 2 Nîsan 2024 - 00:20

  • Reimar Heider; “Em vê xêzeromanê ji bo hemû xelkên dinyayê girîng dibînin. Gava ew vê pirtûkê bixwînin ew ê berxwedana Kurdan ya ku qonax bi qonax pêş ketiye baştir bibînin û hîs bikin.”

HAKAN TURKMEN / BERLÎN

Xêzeromana ku behsa berxwedana Rêber Abdullah Ocalan dike di 4’ê Nîsanê de li Berlînê derdikeve pêşberî xwendevanan. Ji bo salvegera rojbûyîna Abdullah Ocalan a 75’an ew ê çalakiyek were lidarxistin. Ew ê Xêzeromana ku behsa jiyana Abdullah Ocalan dike serê ewil ew ê bi zimanê Kurdî, Elmanî û Tirkî were weşandin û paşê jî bi zimanê Ingilîzî û Erebî derkeve. 

Navê wergera xêzeromanê ya bi Tirkî “Özgürlük Kazanacak-Çizgilerle Abdullah Ocalan” (Ew ê azadî bi ser bikeve-bi xêzan jiyana Abdullah Ocalan) e û pirtûk ji 160 rûpelan pêk tê. Xêzeroman bi zimanekî hêsan ku herkes karibe jê fam bike hatiye nivîsandin. Her wiha tevna xêzeromanê jî besît e. Mijara xêzeromanê wiha ye; jineke ciwan a rojnameger ku li Londonê di zanîngehê de dixwîne dixwaze di rojnameya zanîngehe de di derbarê Kurdan û Ocalan de gotarekê binivîse. Ji bo ew di vî warî de bibe xwedî agahî diçe serdana Estella (Schmidt) ku ew dosteke Kurdan e.

Estella ji jina ciwan a rojnameger re dide zanîn ku sêrpêhatiya Abdullah Ocalan hinek tevlîhev û dirêj e. Her wiha pirsgirêka Kurdan bêhtir tevlîhev e. Rojnamegera ciwan dixwaze Estella ji zarokatiya Ocalan dest pê bike û bi vî awayî xêzeroman tevnekê digire. Di her beşekê de em rastî serpêhatiyên Ocalan tên û di ber re jî rojnameger pirsan dipirse û Estella jî meseleyê bêhtir vedike. Di xêzeromanê de pêvajoyên ku Tevgera Azadî ya Kurd tê re derbas bûne jî yek bi yek tên şirove kirin. Her wiha xêzeroman balê dibe ser tecrîda li ser Ocalan jî. Piştî hevdîtina sala 2019’an a bi parêzeran re careke din deng ji Ocalan dernakeve û ev rewşa tecrîdê bûye mijara xêzeromanê.

Nivîskarê xêzeromanê Sean Micheal e. Ew kesekî Skoçî ye û li Japonyayê dijî. Heya niha di warê xêzeromanê de bûye xwedî gelek xelatan. Li hêla din xêzkarê bi navê Keko yê Kurd jî bi xêzan daketiye û ji bo pirtûkê xêz kiriye. Keko jî li Spanyayê dijî. Endamê “Înîsiyatîfa ji bo Kurdistanê Aştî û ji Ocalan re Azadî” Reimar Heider behsa pêvajoya haziriya xêzeromanê kir. 

Encama keda sê salan e

Reimer Heider da zanîn ku wan weke înîsîyatîfê beriya niha jî jînenîgariya Abdullah Ocalan bi zimanê Elmanî, Ingilîzî û çend zimanên din nivîsandine û xebatên wan ên bi vî rengî hene. Xêzeromana ku ew ê nû derkeve jî encama van xebatan e; “Fikra vê xêzeromanê sê sal berê bi pêşniyazên Sean Micheal Wilson dest pê kir. Sean Micheal Wilson got ku ew dixwaze jînenîgariya Ocalan weke xêzeromanekê binivîse. Ev pêşniyaza wî ji bo me pirr bi qîmet bû ji lewma ew ê cara yekem xebateke bi vî rengî bi gewde bibûya. Ew ê jiyana Ocalan bi xêzan bihata vegotin. Bi vî awayî me dest bi vê xebatê kir.”

Bu ruhê kolektîf pirsgirêk çares bûn

Reimer Heider got ku ji hêla çavkanî û ziman de pirsgirêk jiyane lê bi awayekî ji heqê van pirsgirêkan derketine û wiha dewam kir; “Ji bo Sean Micheal Wilson li ser xêzeromanê hûr bibe pêdivî bi çavkaniyên Ingilîzî û Japonî hebû. Lê çavkaniyên heyî bi Tirkî û Kurdî bûn. Tiştekî balkêştir jî ew bû ku xêzkarê me Keko ne bi Ingilîzî û ne jî bi Japonî zanîbû. Lê bi ruhekî kolektîf me pirsgirêkan çareser kir û wan jî ev xebat bire serî.”

Ji bo xelkê dinyayê jî girîng e

Kesên biyanî ku dixwazin Ocalan nas bikin ji bilî teza wî ya “Kurdistan Mêhtingeh e” di derbarê jiyana wî ya berê de tiştekî nizanîbûn. Her wiha di vî warî de çakanî ji kêm in. Ji ber van sedeman reimar Heider girîngiya xêzeromana Ocalan wiha tîne ziman; “Rastiya li Kurdistanê piştî Şoreşa Rojava baştir hate dîtin û naskirin. Ji ber vê yekê ev xebat girîng û bi nirx in. Em vê xêzeromanê ji hemû xelkên dinyayê girîng dibînin. Gava ew vê pirtûkê bixwînin ew ê berxwedana Kurdan ya ku qonax bi qonax pêş ketiye baştir bibînin û hîs bikin.”

Çand û huner eynika gel e

Reimer Heider da zanîn ku “çand û huner eynika gel e” û got; “Stranek, muzîk, şano û fotografek dikare bibe eynika gel. Ji lewma fotografek an jî xêzek dikare gelek tiştî bîne ziman. Di xêzeromanê de jî bi saya xêzan û agahiyên kurt gelek tişt hatine ravekirin.” 

4’ê Nîsanê li Berlînê

Elmaniya xêzeromanê ji Weşanên Unrast derdikeve. Kurmanciya wê jî bi destê Weşanên Meyman ku li Ewrûpayê ye û Weşanên Şilêr ya li Rojava tê çap kirin. Her wiha Tirkiya wê jî dîsa ji hêla Weşanxaneya Meyman derdikeve. Jona Deterson û Reimar Heider xêzeromanê ji Ingilîzî wergerandine zimanê Elmanî. Luqman Guldivê jî ji Ingilîzî wergerandiye zimanê Kurdî. Sîbel Guler û Havîn Guneşer jî pirtûk wergerandine zimanê Tirkî.

Xêzeromana ku behsa jiyana Ocalan dike ew ê di 4’ê Nîsanê de saet di 19:00’an de li Oranienstr.190, 10999 were nasandin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.