Bi wêneyan ‘rêwîtiyeke dirêj’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 10 Çile 2023 - 02:50

Wênegirê bi navê Kevin Krautgartner ku ji geşt û gerê pirr hez dike. Ji riyan û şiverêyan ku ew dirêj dibin û diçin îlhamê girtiye û van wêneyên xwe di koleksiyona bi navê “Rêwîtiya Dirêj” de kom kiriye. Ev wêneyên wî di heman demê de li ser rêyên ku xelkê digihînin hev nihêrîneke ciyawaz û bêhempa ye jî. Wî ev wêneyên xwe ji hewa ve girtine û heybeta riyên dirêj bi vî awayî baştir nîşanî me dide.

Kevin Krautgartner wênegirekî Elman e, wî berê jî ji bo projeyên xwe balafir bi kar aniye û ji jor ve wêneyên xwezayê girtine. Lê wî ji bo projeya xwe ya “Rêwîtiya Dirêj” vê carê dron bi kar anî û erebeyên ku di riyan de diçin, bi kêliyên xweşik qefaltine. Her wiha menzereyên ku tevî kadraja xwe kirine jî pirr xweşik in û bi riyan re dibin yek.

Krautgartner ji bo projeya xwe got; “Min xwest nîşan bidim ku meriv li cihên herî dûr ên dinyayê jî ji bo têkiliyê çêkin, riyan ava dikin. Ev riyên ku min wêneyên wan girtine, nîşan didin ku xweza û meriv di nav ahengekê de dijîn. Her wiha derbarê cihên ku me xwe gihandiyê de jî nihêrîneke giştî raberî me dikin ev wêneyên ji jor ve hatine girtin.”

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.