Bi wêneyan çilekiya pisîkan

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 26 Îlon 2022 - 06:20

  • Hesabekî bi navê “Cats of Yore” yê twitterê ji bo balê bikêşe ser nehsbûna pisîkan ji dîroka hunerê wêneyên şêwekaran yên kevn, parve dike û dibêje, dizî, çilekî û nehsbûna pisîkan tenê ne di serdema me ya roja îro de, her wiha di demên bihurî de ango berê jî bi û nav û deng bûye.

Dizî û çilekiya pisîkan ji mêj ve ye tê zanîn. Nexasim jî wexta ku şîva malê goşt yan jî masî be, wê şevê daweta wan e. Hin caran beriya ku şîv biqede, te dît, wan xwe avet ser sifreyê û çi kete ber wan, dizîn, ev carna dibe ku çend hestî û carna jî dibe ku dasiyên masîyan bin. Yanî hin pisîkên çilek, xwe nagirin, îdare nakin û nikarin xwe li benda dawiya şîvê bigirin û hestiyên mayî bikojin! 

Hesabekî bi navê “Cats of Yore” yê twitterê, ji bo balê bikêşe ser nehsbûna pisîkan ji dîroka hunerê wêneyên şêwekaran yên kevn parve dike û dibêje, dizî, çilekî û nehsbûna pisîkan tenê ne di serdema me ya roja îro de, her wiha di demên bihurî de ango berê jî bi û nav û deng bûye. Ji lewma jî ew weke mijarekê gelek caran hatiye xêz kirin. Cats of Yore, ji bo em vê yekê bibînin berê me dide dîroka şêwekariyê.

 

Di tabloyên 'naturmort' de pisîkên nehs

Hesabê “Cats of Yore” ji hêla Molly Hodgdon ve hatiye avakirin. Wê li ser hesabê xwe tenê wêneyên derbarê pisîkan de parve kirine. Di van wêneyan de dizî û çilekiya pisîkan nîşan dide. Weke çavkanî jî tabloyên şêwekaran nîşanî xelkê dide. Di tweeta xwe ya ewilî de gotiye, “Di hin tabloyên naturmort de pisîkên ku xwarinê didizin hene. Yek ji jêrecûreyên hunerî yên ku jê hez dikim jî ev e. Ew bi vê nehsbûna xwe li hember dîroka hunerî radibin û dema birçî bin, xwe di nav her rîsk û tehlûkeyê werdidin, her tiştî didin ber çavên xwe. Meriv di van tobloyan de vê yeke baştir dibîne.”

Dizî û çilekiya pisîkan ne ya van rojan e

Cats of Yore hin tabloyên ku di sedsala 17 û 18’an de hatine çêkirin, parve kirine. Ev tablo wan kêliyên dizî û çilekiya pisîkan pirr baş nîşan didin û şirove dikin. Di hin wêneyan de çavên wan li ser masiyên li ser sifrê ye, di hinan de jî ew li bendê ne ku keysa xwe lê xweş bikin da ku xwarinên li ser sifrê bidizin û bixwin.

Ev wêneyên ku li ser dizî û çilekiya pisîkan hûr bûne, derbarê pisîkan de vê yekê nîşan didin ku ew ji mêj ve bi dizî û çilekiya xwe navdar bûne. 

Wêneyên ´naturmort´ yên Alexandre-Franois Desportes (1705), Jean Baptiste Simeon Chardin (1728), Sebastiano Lazzari (1760), Giovanî Rivalta (1780) û Alexander Adriaenssssen (1631) hin ji wan wêneyan in ku bi dizî û çilekiya pisîkan daketine û ew pisîk di ser diziyê de zeft kirine. Rûpela “Cats of Yore” gelek ji van wêneyan parve kirine û dixwaze bala xelkê bikişîne ser vê xislêta pisîkan û jiyana wan.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.