Bi tedbîrên xurt çandinî tê parastin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 13 Gulan 2024 - 00:36

RÊNAS REMO-EBAS XELEF / ANHA / QAMIŞLO

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina çandiniyê, gelek tedbîr hatine girtin. Li bajar û bajarokên kantona Cizîrê komîteyên rewşên awarte hatine avakirin. Her wiha bang hate kirin ku her kes berpirsyar be û zeviyan biparêze.

Mewsima çinîna ceh û biharatan dest pê kir. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina mewsima çandiniyê komîteyên rewşa awarte ava kirin û ji bo wergirtina genim ku wê di çend rojên bê de dest bi çinîna wê bê kirin, navendên wergirtinê amade kirin.

Li kantona Cizîrê Desteya Çandiniyê û Avdanê ji bo wergirtina genim 12 navend amade kirine. Li gorî hevserokê desteyê Mezlûm Hesen miqdara genimê ku ji cotkaran wergirin nêzî 700 hezar ton e. Ji bo parastina mewsimê ji şewatan, Desteya Çandinî û Avdanê bi koordîneya deste û saziyên din ên Rêveberiya Xweser, gelek tedbîr girtin. Yek ji wan jî avakirina komîteya rewşa awarte ye ku Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê çavdêriya wê dike. Gerînendetiya Veguhastinê, Desteya Çandinî û Avdanê, Gerînendetiya Sotemeniyê, Desteya Rêveberiya Herêmî, Hêzên Parastina Cewherî (HPC), Desteya Hundirîn û Yekitiya Cotkaran cihê xwe di vê komîteyê de girtiye.

Komîteya Giştî li bajar û bajarokan komîteyên şaxî ava kirin ku çavdêriya parastina mewsimê bikin. Li kantonê li rex belavkirina endamên focên agirkujiyê li ser 41 nuqteyên li bajar, bajarok û gundan, hezar û 91 endam hatine amadekirin ji bo ku mewsim bê parastin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.