Bi sîlehên kîmyewî şehîd bûn

Çarşem 28 Îlon 2022 - 02:37

HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên li qada Girê Cehenemê yê Zê (Zapê) bi çekên kîmyewî şehîd bûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê gotm, “Êrişa dewleta Tirk a dagirker a 14’ê Nîsanê ku ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dest pê kir, li herêma Zapê li berxwedana destanî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ket û li ber têkçûnê ye. Hevrêyên me yên li qada Girê Cehenemê ya li Zapê ji roja destpêkê ya êrişa dagirkeriyê û pê ve tunelên şer bi xurtî bi kar anîn. Di heman demê de bi tîmên bi tevger jî derbên giran li dagirkeran xistin. Hevrêyên me yên li çeperên şer bi îradeya Apoyî bersiv dan êrişan û rê nedan dagirkeran. Hevrêyên me nêzî du mehan bi rengekî bêhempa li Girê Cehenemê li ber xwe da û nîşanî tevahiya cîhanê da ku ruhê fedaî yê Apoyî li ber ti hêzê serî natewîne û ev yek jî bi berxwedana xwe ya hêja îsbat kirin. Hevrêyên me ku ji bo pêkanîna armanca azadiyê ya gelê me dilop bi dilop xwîna xwe rijandin, di her kêliya jiyana xwe de dagirker têk birin. Artêşa Tirk a faşîst ku nekarî berxwedana hevrêyên me bişikîne, bi sedan caran bi çekên kîmyewî, bombeyên qedexekirî, teqemeniyan, balafirên şer û helîkopterên êrişê bombe li qadên berxwedanê barandin û hemû rê û rêbazên xwe yên nemerdane bi kar anîn.

Fermandarên me yên hêja hevrêyên me Zinar, Destan, Diyana, Hebûn û Serdem ku li dijî êrîşên dijmin dil û bedena xwe kirin senger û bi rengekî dîrokî li ber xwe dan, ji ber êrîşa dijmin a bi çekên kîmyewî şehîd bûn. 

Fermandarên me yên fedaî hevrêyên me Zinar, Destan, Diyana, Hebûn û Serdem bi berxwedana xwe bûn temînata azadiyê ji bo gelê me. Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên me bila serê gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê sax be.”

Nasnmaya şehîdan wiha ye:

 

* Zinar Gulcan Amanos (Zinar Xelîl Osman) ê li Girkê Legê ji dayik bûye, kurê Refîqa û Xelîl, Hezîrana 2022´yan li Zapê şehîd bû.

* Destan Tendurek (Semra Kalin) a li Agirî ji dayik bûye, keça Munîre û Galîp, Hezîrana 2022´yan li Zapê şehîd bû.

* Diyana Norşîn (Zehra Yeşîltepe) ya Bedlîsê ji dayik bûye, keça Ferziye û Dûrmûş, Hezîrana 2022´yan li Zapê şehîd bû.

* Hebûn Dîrok (Ahmet Akin) ê li Mêrdînê ji dayik bûye, kurê Halîse û Hidir, Hezîrana 2022´yan li Zapê şehîd bû.

* Serdem Şoreş (Mehmet Şenol Încî) yê li Amedê ji dayik bûye, kurê Sureyya û Mehmet Sidik, Hezîrana 2022´yan li Zapê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.