- Li gorî ola Xiristyanan, “beriya her tiştî peyv hebû…” , li gorî ola Îslamê “beriya her tiştî deng hebû” Li gorî ola (dîtbarî) Berger jî “beriya her tiştî dîtin hebû…” Di serê pirtûka xwe ya “Şêweyên Dîtinê” de wî wiha nivîsiye; “Dîtin beriya gotinê tê. Zarok lê dinihêre û nas dike beriya ku bikaribe biaxive.”
ARDÎN DÎREN
Peyvek me Kurdan heye, “Dîtin û gotin nabe yek”. Rast e tesîra gotinan jî li ser mirovan gelekî zêde ye, yanî kes nikare zû bi zû sêhr û hêza peyv û gotinan ji holê rake yan jî paşguh bike. Qedr û maneya peyvan jî heye, lê dîtin tiştekî din e bêguman! Dema mirov bi çavên serê xwe dibîne nihêrînek yan jî bergeheke din, her wiha mirov dikare bibêje deriyekî din vedibe li hemberî mirov. Gelek caran baweriya ji hin tiştan tenê bi dîtinê dikare were çespandin. Dîsa pêşgotinek dîtir ya kevn heye, “mirov carekê bibîne, çêtir e ji bihîstina sed carî…” Yanî mirov sed caran bibêje yan jî sed caran bibîhize jî ti carî nabe weke dîtina bi carekê. Carek dîtin beramberî sed gotinî ye! Piştî ku hin tişt bi çavên seriyan hatin dîtin, gotin qels dimîne, lawaz dimînin peyv. Di warê şik û gumanan de dîtin mirov bêhtir têr dike. Her tim baweriya me bi dîtinê tê, lê gotin bivenevê hin tiştan nikare zelal bike di serê mirov de. Helbet dîtin (nexasim dîtbariya îro ya ku bi her awayî me xistiye xefikê û em nizanin êdî kîjan rast yan jî çewt e) jî ewqas bêguneh nîne! Carna şêweyên dîtinê jî mirov dixapînin. A girîng ew e ku mirov bi kîjan têgihiştinê û çawa dibîne. John Berger bi pirtûka xwe ya “Şêweyên Dîtinê” de vê yekê hînî me dike. Maneya ku li pişt wêneyan yan jî tiştên dîtbarî hatine veşartin bi lêhûrbûnên xwe yên bêhempa derdixe holê. Her wiha ew nîşan dide ku bi salan e “şêweyên dîtinê” bi bîr û bîrdoziyan hatine avakirin û dîtbarî jî xizmeta van şêweyên dîtinê dike.
Nihêrîn û dîtin ne heman tişt in
John Berger çavên xwe baş perwerde kiribûn, ango elimandibûn xwendina dîmenan. Çavên wî çê bûn. Çelengî û bedewiya dîtinên wî li ser dîtinên mirovan bandoreke bêhempa çêkirin. Ji bo em dîtinên cuda yên dinyayê fêhm bikin, coyeke nû kola di bîr û ramanên me de. Nihêrîn û dîtin ne heman tişt bûn li gorî wî. Her kes dikare binihêre, lê her kes nikare bibîne. Dema Berger li hin tiştan dinihêrî, wî didît, ji ber ku didît dikaribû rave jî bike. Ravekirina tiştekî jî bi dîtina wî tiştî ve girêdayî ye. Heger mirov baş bibîne, mirov wê karibe baş şirove jî bike. Me gelekan tenê li tiştan dinihêrî, lê Berger bi “şêweyên dîtinê” xwest ku em êdî dev ji lênihêrînê berdin û hin tiştan bibînin. Bi saya şêweyên dîtinê, dîtinên me yên xwemalî û xweser jî xwe dan der. Îro heger şêweyên dîtinê yên cûr bi cûr zêde bû bin, avakarê vê yekê bê şik Berger e. Çêbûna rexnegiriya wî û çavê wî yê sêyemîn çavekî dîtir bi me re jî çêkir. Bi xêra vî çavê sêyemîn îro em li wêneyan dinêrin, li filman temaşe dikin û dikarin di warê dîtbariyê de şiroveyên xurttir bikin. Ro îro bi gelempêrî em dîtbariyê bi dîtinên Berger dinirxînin û pê re jî dîtinên xwe li tiştên ku temaşe dikin, zêde dikin.
Tûrikê wî tije bû
Her çav dîtinek, her dîtin ramanek û her raman ronahiyek e. Berger ronahî bi xwe bû. Ew bi şewqa dîtinên xwe riya me jî ronî kir, bi saya wî em hay ji dîtinên xwe çêbûn. Belkî ji berê de me didît lê me nikaribû “nav” li vê dîtinê bikira yan jî wan dîtinên xwe pênase bikira. Ji lewma Berger ferhengoka dîtinê ya herî xurt bû. Peyv û şiroveyên li ser dîtinê yên herî xweşik di tûrikê wî de veşartî bûn.
Hema bêje, hemû cîhanê ji nivîskar û rexnegirekî wiha xurt sûd wergirt. Wî bi berpirsyariya hunerê baş dizanibû, ji lewma jî temenê xwe di nav ger, lêkolîn û nivîsandinê de derbas kir. Di heman demê de lêkolînerek baş bû û bi dîrokê jî baş dizanîbû. Şêweyên dîtinên wî xwedî bingeh bûn û îro jî ev esasên ku ji bo nihêrîn û dîtinê danîn nayên hilweşandin.
‘Beriya her tiştî dîtin hebû...’
Li gorî ola Xiristyanî “beriya her tiştî peyv hebû…” , li gorî ola Îslamê “beriya her tiştî deng hebû…” Li gorî ola (dîtbarî) Berger jî “beriya her tiştî dîtin hebû…”. Mirov dikare di sedsalên 20 û 21’an de dîtbariyê wek ola herî bi bandor bihesibîne. Vî wextî medya, îmaj, reklam, wêne, sînema û bi giştî dîtbarî civakê bi rê ve dibe û tesîra dîtbariya ku hin tiştan li ser me ferz dike, li me hemûyan dibe! Deng û peyv tu xêra xwe nemane wek berê, mixabin niha her tişt bûye îmaj! Belkî ji ber van sedeman jî Berger di serê pirtûka xwe ya “Şêweyên Dîtinê” de wiha dinivîsî; “Dîtin beriya gotinê tê. Zarok lê dinihêre û nas dike beriya ku bikaribe biaxive.” Berger jî beriya gotinan bike û biaxive xwest dîtinên xwe xêz bike ji lewre jî ew bû wênesaz. Dixwest dîtinên xwe şênber bike û li ser çarçoveyan bide nîşandan. Paşê wan dîtinên wî çavekî sêyemîn pê re çêkir, ev çavê sêyemîn jî ew kire rexnegirekî hunerê yê bêhempa. Ramîn û bergehên ku wî di dîroka huner de nîşanî me kir, asoyên şêweyên dîtina me wêdetir birin.
Berger pif kir çavên me
Berger pif kir çavên me, hê jî pif dike çavên me bi dîtinên xwe. Çavên me yên tije toz û duman paqij dike, rê li ber dîtinên nû vedike.
Şêweyên dîtinê yên dîtir nîşanî me dide. Berger, me ji xewa giran şiyar dike. Her wiha min hişyar dike. Em çavekî kor bûn, wî çavên me vekirin. Ya herî girîng Berger, nivîskar û rexnegirekî çepgir bû û nihêrîna serdestan ya ku bindest piçûk didîtin, red dikir û bi nivîs û rexneyên xwe li hemberî vê nêzîkatiyê jî disekinî. Her wiha wî hewl dida rastiya ku dihat şolîkirin jî bi van dîtinên xwe zelal bike. Nexasim dîtinên rojavayî yên serdestan di parzûnekê re derbas kirin û bi şêweyên dîtinên xwe yên kamil, ew rexne kirin. Bi gotineke din raman û bîrdoziya di bin dîtinên rojavayiyan de bi şêweyên dîtir yên ku berê kesî serê xwe bi wan neêşandibû, deşîfre kir. Pirtûka “Şêweyên Dîtinê” hinek jî deşîfrasyona nihêrîn û dîtinên rojavayiyan e, ewên ku bi salan di hişê mirovan de hatibû bicihkirin.
Ji ber em tenê li tiştan nenihêrin û karibin bibînin pêwîst e ku em şêweyên dîtinê yên Berger bixwînin da ku em jî şêweyên xwe yên dîtinê çêkin û bi çavekî çê li dinyaya îro ya ku di bin tesîra dîtbariyê de ye, binihêrin.