Bi serdana xwe ya dawî CPT´yê êşkenceya Îmraliyê qebûl kir 

Pêncşem 12 Çile 2023 - 01:52

  • Parêzer Schmidt: CPT’ê binpêkirina hiqûqa navneteweyî tespît kiriye û divê ev yek ji rayedarên hikûmetê re ragihandibe. Ji ber vê yekê; li gorî benda 2’yan a xala 10’an a CPT’ê mafê wê heye ku daxuyaniyekê bide raya giştî.

STÊRK SUTÇU/MA/ENQERE

 

Sekreterê Giştî yê ELDH’ê parêzer Thomas Schmidt got, CPT ji ber sedemên polîtîk raporên têkildarî Îmraliyê parve nake: “CPT’yê bi serdana xwe ya dawî re qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene.” 

Rêber Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê, di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Ji Ocalan ev zêdetirî 21 mehan e ti agahî nayê wergirtin. Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewrûpayê (CPT) di navbera 20-29’ê îlona 2022’yan de çûbû serdana Îmraliyê, lê Ocalan bi wan re hevdîtin nekiribû. Bi serdana CPT’yê re fikarên heyî zêdetir bûn û li ser vê yekê rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî miracaetî CPT’yê kiribûn. CRED/GILI, Komeleya Parêzerên Demokrasî û Mafên Mirovan a Cîhanê ya Ewrûpayê (ELDH), AED, ji Îtalyayê Giuristi Demokratik (GD), ji Elmanyayê RAV e.V., VDJ e.V., Maf-Dad, ji Belçîkayê SAD û ji Hollandayê Vereniging Sociale Advocatuur Nederland ev miracaet kirin. Wan xwest ku Tirkiye li gorî pêşniyazên CPT’yê tevbigere û dawî li tecrîdkirina Abdullah Ocalan û girtiyên din bîne.  

Sekreterê Giştî yê ELDH’ê parêzer Thomas Schmidt têkildarî serdanên CPT’yê axivî. Schmidt, da zanîn ku sedema parvenekirina rapora giştî ya têkildarî serdana li Îmraliyê ya CPT’yê, ne mewzûatên qanûnî ne: “Ji ber sedemên polîtîk nayê parvekirin. Pirr girîng e ku mirov hay ji awayê xebata CPT’yê û rola wê hebe. Tekane rayeya CPT’yê ew e ku binpêkirinên mafên mirovan lêkolîn bike û derheqê mijarê de pêşniyazan li dewleta têkildar bike û heta astekê piştgiriyê bidiyê.” 

Thomas Schmidt ji bo maneya serdana dawî ya CPT´ê ya Îmraliyê jî wiha nirxand:“CPT dikare çavdêrî û pêşniyazên xwe di bin hinek şert û mercan de parve bike. Raporên CPT’yê dikarin ji bo taqîbatên dadgehên neteweyî û Dadgeha Mafên Mirovan ên Ewrûpayê (DMME) weke delîl bên nîşandan. Li gorî xala 7’an a peymanê, CPT dema mercên taybet çêbûn, dikare biçe serdanan. Sedema serdana wê ya li Îmraliyê ya di navbera 20-29’ê Îlonê de jî ev merc in. Li gorî min ji bo raya giştî ya navneteweyî di vê mijarê de xwedî agahî be, ev serdan baş bû. Ji ber ku di encama vê serdanê de CPT’ê jî qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene û ev rastî nîşanî raya giştî da. Di dema serdanê de şande bi rayedarên hikûmetê re civiya û çavdêriyên xwe bi meqamên Tirk re parve kirin.” 

 

CPT dikare agahdar bike

Schmidt bi bîr dixe, heger hewce bike ku agahiyên di dema serdanê de bi awayekî ewle werin veşartin, wê demê CPT nikare rapora xwe parve bike û wiha dewam dike: “Lê îstîsna hene. CPT tenê heke bi hikûmeta Tirk re hevkariyê bike û daxwaza hikûmetê hebe bi ya pêşniyazên CPT’ê bike, dikare biryara eşkerenekirinê bi cih bîne. Ev yek bi taybetî ji bo destûra hevdîtinên bi rêk û pêk ên Abdullah Ocalan û girtiyên din ên bi malbat û parêzerên xwe re lê ye. Ev rêgeza nepeniyê îstîsna ye û heke hikûmeta têkildar li gorî pêşniyazan tevnegere û qebûl neke ku rewşa girtiyan baş bike, wê demê CPT bi pirraniya dengan dikare têkildarî mijarê gel agahdar bike. CPT niha dikare bibêje ku dewleta Tirk timî pêşniyazên wan red dike.” 

Di dewamê de parêzer Thomas Schmidt got, “Tê zanîn ku Tirkiyeyê pêşniyazên CPT’ê yên di serdanên berê de bi cih neanîne. CPT di sala 2019’an de jî çûbû serdana Îmraliyê û gotibû, şert û mercên girtiyên li Îmraliyê nayên qebûlkirin lewma ev serdan pêk anîne. Yek ji pêşniyazên CPT'ê yên di vê serdanê de jî ew bû ku girtiyên li Îmraliyê bikarin bi cîhana derve re peywendiyan deynin. Lê ev nêzî 2 salan e, Abdullah Ocalan û girtiyên din nikarin bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Dema em li vê rewşê dinihêrin, CPT’ê binpêkirina hiqûqa navneteweyî tespît kiriye û divê ev yek ji rayedarên hikûmetê re ragihandibe. Ji ber vê yekê; li gorî benda 2’yan a xala 10’an a CPT’ê mafê wê heye ku daxuyaniyekê bide raya giştî. Heke ji bo bikaranîna vî mafî pirraniya dengan ji CPT’ê derneketibe jî mafê CPT’ê heye ku Komîteya Wezîran a Ewrûpayê agahdar bike ku hikûmeta Tirk dilxwaz nîne ku bi wan re hevkariyê bike û divê li gorî pêşniyazên wê tevbigere.” 

 

Derkirina dewleta Tirk  

Thomas Schmidt bal bire ser rola Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê (KWKE) jî û got, “Komîteya Wezîran herî dawî ji bo bicihanîna biryara DMME’yê ya ji bo berdana Osman Kavala bang li hikûmeta Tirk kir. Ev mînakeke baş e. Pirr eşkere ye bê ka Komîteya Wezîran di çarçoveya biryarên DMME’yê de dikare çi bike. Lê di vê mijarê de ji bo CPT’yê vesazkirineke taybe nîne. Lê gava vê ya ewilî ew e ku li Komîteya Wezîran were nîqaşkirin. Rûsyayê li dijî îhtîmala ku ji Konseya Ewrûpayê were îxrackirin, zû tevgeriya û bi awayeke fermî ji Konseya Ewrûpayê derket. Îhrackirina ji Konseyê kozeke girîng e lê weke min gotibû, ev biryarên siyasî ne. CPT niha hewl dide hikûmeta Tirk qaneh bike ku berpirsyariyên xwe bicih bîne û mecbûriyetên wê bîne bîra wan. Divê parêzer û malbatên Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bikarin biçin serdanê. Me jî di bangawaziya xwe de daxwaza vê yekê kir.”

 

Çareseriya siyasî  

Parêzer Thomas Schmidt  li ser pirsgirêka tecrîdê ya li Îmraliyê û elaqeya wê bi pirsgirêka Kurd re jî got, “Ji bo vê pirsgirêkê hewcehî bi çareseriyeke siyasî heye. Çareserî ne li Konseya Ewrûpayê yan jî li Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê ye. Di vê mijarê de peywireke mezin dikeve ser milê çapemenî û civaka sivîl. Weke ku em di mînaka Îmraliyê de dibînin; rola DMME, CPT an jî Konseya Ewrûpayê ya di van mijaran de pirr bi sînor e. Ji bo pirsgirêka Kurd divê aktorên siyasî yên li Tirkiyeyê çareseriyeke siyasî bi pêş bixin. Saziyên Ewrûpî û yên navneteweyî tenê dikarin bibin alîkar.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.