Bi şehadeta kurê xwe serfiraz e

Yekşem 22 Tebax 2021 - 23:18

Dayika Rênas Roj (Selaheddin Şehabî) piştî şehadeta kurê xwe, peyamek weşan û got, ew bi şehadeta kurê xwe şanaziyê dike. Di êrişa dewleta Tirk a 19´ê Tebaxê li ser rêya Qamişlo û Hesekê fermandarê YPG´ê Rênas Roj şehîd bûbû. 

Wî ev rêbaz û doz hilbijart li dijî hejariya miletê Kurd û zilma lê bûyî. Ez bi şehîdbûna Fermandar Rênas serbilind im. Ez bi şehadeta wî serbilind û xweş im. Heval Rênas û Heval Rêbaz jî kurên min in. Di nava 6 salan de 2 qehremanên xwe, du şoreşgerên xwe min ji dest dan. Min du xebatkar ji dest dan. Min du xwendekar ji dest dan. Ez pê dilxweş im, gelekî pê şanaziyê dikim.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.