Bi şanoyê perwerdeya zarokan

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 2 Çile 2022 - 22:03

  • Bi armanca nûjenkirina çandê û hînkirina nifşên siberojê, Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê deriyên xwe li zarokên koçber vekiriye û perwerdeyên cûr bi cûr ên hunerî û çandî organîze dike.

HESNA MIHEMED / JINHA/ŞEHBA 

Bi armanca nûjenkirina çandê û hînkirina nifşên siberojê, Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê deriyên xwe li zarokên koçber vekiriye û perwerdeyên cûr bi cûr ên hunerî û çandî organîze dike. Zarok ji navçe û wargehên penaberan diçin Hîlala Zêrîn û li wir dersên şano, govend, stran û lêdana kemanê dibînin. Yek ji wan koman koma Ş. Barîn a şanoyê ya zarokan e. Ev kom hefteyê carekê diçe navenda Hîlala Zêrîn û li wir provayên xwe dike. Niha zarok li ser lîstika şanoyê ya bi navê “Dar û Dûman” dixebitin. 

Ew dikarin rastiyê bigihîjînin gel

Endama komîteya perwerdeya Hîlala Zêrîn Şêrîn Reşîd, lîstika şanoya zarokan “Dar û Dûman” nivîsandiye. Ew wiha behsa armanca vê şanoyê dike:

“Ez hewl didim çîrok û şanoyan binivîsînim. Li gel min jî meraq çêbû ku di nivîsandinê de xwe bi pêş ve bibim ji ber vê min çîrokên zarokan û yên bala wan dikişîne nivîsandin. Min xwest şanoyek li ser xwezayê û zirarên ku em digihîjînin wê binivîsînim bi taybetî zarok pêşkêş bikin ji ber ku ew dikarin rastiyê bigihîjînin gel. Ev bi xwe jî perwerdeyek e ji bo zarokan da ku parastina xweza û ekolojiya herêma xwe bikin.”

Şano rastiya civakê ye 

Ji zarokan, Emîne Ebdo di şanoya “Dar û Dûman” de dilîze û 11 salî ye. Ew dibêje, “Meraqa min li ser şanoyê gelek heye, ji ber wê min ev beş hilbijart û tê de dixwazim xwe zêdetir bi pêş ve bibim. Ez li ser pêşkêşkirina şanoyê perwerde dibim û bi vê yekê gelekî kêfxweş im. Ez dixwazim siberojê bibim şanogereke bi nav û deng ji ber ku şano rastiya civakê radigihîne û bi riya wê em dikarin gelek peyaman ragihînin.”

Dixwazim bibim mamosteyê şanoyê 

Sozvîn Hisko 8 salî ye, ew jî di koma şanoya Ş. Barîn de ye: “Ez gelekî kêfxweş im ku cih di koma şanoyê de digirim û tê de rolên cûr bi cûr dikim.

Di heman demê de di koma lêdana kemanê de jî cih digirim. Dixwazim siberojê bibim mamosteya şanoyê ji bo ku fêrî zarokan bikim. Min şanoyên bi navê Paqijî, Demên Vala, Xweza bi hevalên xwe re pêşkêş kirin û niha jî di şanoya Dar û Dûman de dilîzim.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.