Bi peykeran şerê doh û îro!

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 11 Nîsan 2022 - 22:06

  • Ji berê heta îro, yanî bi sedsalan e ku malzemeya sereke ya peykeran “mermer” e. Gelek peykerên navdar ên tên zanîn, ji mermerê hatine çêkirin.

Ji berê heta îro, yanî bi sedsalan e ku malzemeya sereke ya peykeran “mermer” e. Gelek peykerên navdar ên tên zanîn, ji mermerê hatine çêkirin. Hin ji wan peykerên ku di serdema Yewnanîstana kevnar û Romayê de hatibûn çêkirin, hîna jî weke roja pêşî bi ezamet in. 

Hunermendê Fransî, Leo Caillard bi şêwazeke nû berê xwe dide peykerên kevnar ên ji mermerê û van peykeran weke hevîr vedizelîne, yanî bi wan dilîze. Caillard, mîrateya kevnar bi dema îro ango bi serdema dijîtal re şirove dike û bi navê “Wave Stone” gelek peykerên ku “xerabûyî” tên xuyanê çêkirine. Esas, ev peyker ne xerabûyî ne û Caillard bi zanebûn ev yek kiriye. Ew şerê doh û îro yên hunerê peyker bi şêwazekî ecêb û nû nîşanî xelkê dide. 

Leo Caillard hin aliyên peykerên xwe, weke yên rastîn çêdike lê hin hêlên wan jî xera dike. Caillard ji bo peykerên xwe dibêje, “Hunerê min di navbera rabihurî, niha û siberojê de têkiliyekê ava dike. Mermer bi serê xwe malzemeyeke bêhempa û xwezayî ye. Yewnanîstana kevnar û Romayê bandor li xebatên min kirine, lewma pêwîst bû ez bi vê malzemeyê yanî mermerê bixebitim. Xerabûna van peykeran jî dîjîtalbûnê temsîl dike. Em li dinyayeke wisa ne ku tenê ekran hene di jiyana me de û li ser van ekranan, pêlên dijîtal dîmenan nîşanî me didin.”

Caillard ji bo karibe hin nakokiyan nîşan bide û dema îro binirxîne, bi teknîkên modern van peykeran çêdike.

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.