Bi perspektîfa sîstema jinê

Nûçeyên Jin

Sêşem 8 Kanûn 2020 - 02:10

  • ROJIN'ê bang li medyaya PDK'ê kir da ku zimanekî ji cinsiyetperestiyê şûştî, di xizmeta berjewendiyên hevpar ên neteweyî û demokratîk de bi kar bîne.

Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê (ROJIN) li paytexta Belçîkayê Brukselê konferansa xwe ya duyem li dar xist. Rojnamevanên jin ên li saziyên çapemaniya Kurd ên li Ewrûpayê qederê 30 delegeyî beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de xebata du salan hat nirxandin û li ser rêûresma çapemeniya azad a jinên Kurd jî minaqeşe hatin kirin.
Ji ber rewşa pandemiyê hejmara delegeyan kêm hat diyarkirin. Di minaqeşeyan de rola çapemeniyê di têkoşîna jinan de hat destnîşankirin. Ji bo azadiya jinê beramberî çapemeniya jinê dike meta, baviksalariyê xurt dike, îşaret bi girîngiya medyayeke alternatîf hat kirin.

Di konferansê de rexne li zimanê medyaya PDK'ê hatin girtin ji ber ku êrişî îradeya jinan dike, wan rencîde û teşhîr dike, cinsiyetperest û xizmeta nirxên neteweyî nake. 

ROJIN'ê bang li medyaya PDK'ê kir da ku zimanekî ji cinsiyetperestiyê şûştî, di xizmeta berjewendiyên hevpar ên neteweyî û demokratîk de bi kar bîne.

Di konferansê de ji bo rojnamevaniya çapemeniya azad jî hat gotin, kêmasiyên wê hene di warê şikandina siyasetên qirkirina jinê de û belavkirina perspektîfa jinê li tevahiya weşana giştî. Konferansê xwest ROJIN stratejiyan bi pêş bixe da ku berê xwe bide azadiya jinan. Yanî perspektîfa wê timî parastin û avakirina sîstema jinê be.

Biryarên sereke yên konferansê
Hin biryarên sereke ku di konferansê de hatin girtin jî wiha ne: 
- Hevparkirina rojevên jinên dinyayê û Kurdistanê
- Teşwîqkirina xweparastin û xwebirêxistinkirinê li dijî şidetê û komkujiyan  
- Weke rojeva sereke dîtina kampanyaya TJK-E'yê "Ji bo dadgehkirina dîktatorî 100 sedem"
- Di nava ROJIN'ê de lidarxistina atolyeyên ji bo bîreweriya pîşeyî û îdeolojîk
- Di serî de bi Kurdî, weke esas dîtina weşaneke pirrzimanî 
- Ji bo avakirina zimanekî hevpar çapemeniyê amadekirina ferhenga çapemeniya jinê.

BRUKSEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.