Bi pepûkî nabe

Rêşad SORGUL nivîsand —

Pêncşem 4 Hezîran 2020 - 13:13

Dewleta Tirk a înkarker û qirker ji roja roj de sondxwarî ye ku koka Kurdan biqelîne û bi vê armancê jî bi pirr awayan êriş dike. Hinek caran li gorî şert û mercan êrişên xwe dişidîne û hin caran jî sist dike. Lê kêliyekê be jî ji ya xwe nayê xwarê. Bêguman Kurd çendî hişyar dibin û li ber xwe didin, kirinên dewleta Tirk ên ji dijminatiyê jî wêdetir zêde dibin. Roja me ya îro bi saya teknolojî û ragihandinê haya her kesî bi lez ji gelek bûyeran çêdibe. Di vê meha dawî de haya me ji gelek êrişên dewleta Tirk çêbû û çêdibe.

Dewleta Tirk a qirker û înkarker bi sîstema qaşo serokatiyê, bi tifaqa partiyên millî hemûyan xwe kir yek û bi darbeya 15ʼê Tîrmehê gaveke nû avêt. Di nava hevsengiya Rûsya û Emerîkayê de ket pozîsyoneke nû û qaşo siyaseteke serbixwe û antî-emperyal dimeşîne. Bi vê re bi xwe jî bi armancên emperyal ên osmanî ket nava tevgerê. Weke gelek caran di dîrokê de kirî dîsa ji Kurdan destpê kir û li her deverê êrişî Kurdan kir û dike. Li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê êriş dike. Di demên dawî de li Bakur kêr li nava dilê Kurdan xist û dixe, li Rojava agir bi dexlê wan dixe, li Efrînê dest diavêje jinên Kurd û li Başûr her roj bombeyan dibarîne. Di êrişên xwe de hêza teknîkê û çeteyan bi kar tîne. Dewletê di nava salan de têgihiştina xwe ya nijadperest û qirker enjekteyî rehên civaka xwe jî kir û bi vî awayî civakeke dewletê ava kir.

Li dijî vê dewletê ku pirr bi kurtî min pênase kir, hêzên gerîlla li Bakur û Başûr, li Efrînê Hêzên Rizgariya Efrînê HRE û li Rojava hêzên YPG-YPJ’ê li ber xwe didin. Dîsa di van demên dawî de Yekîneyên Tolhildanê yên li bajaran hinek çalakiyan dikin. Xuya ye ku ev hemû têrê nakin ji bo ev dewleta ceberût çongşikandî bibe. Ji ber ku beşekî Kurdan heye dijmin di himbêza xwe de dihewîne. Zêhniyeta gelek kesan asîmîle bûye û êdî ev dijminê ji dijmintiyê jî bihuriye weke dijmin nabîne. Carna hinek bi dev dibêjin dijmin lê di pratîkê de wisa nîne. Zêde bi dijmin re ketine zikhev û xwe pê re xerîb nabînin. Bala xwe bidin nivîsên li ser tevna medya civakî hûn ê bibînin bi navê dijbertiyê an jî dijmintiya dewleta Tirk pepûkî, rebenî û belengazî heye. Siyaset bi pepûkiyê nabe. Polîtîka bi barandina hêsir û rondikên çavan nabe. Eger dewleta qirker û înkarker civaka xwe çêkiribe hingê divê Kurd jî civaka xwe ya berxwedêr û têkoşer bi rêxistin bikin. Civaka em qala wê dikin ew civak e, çi ji desta tê dike. Bi kêmanî ji bo têkoşerên xwe dua û lava dike. Nabe ku ji afirê me bixwe û biçe li ser sergovê xelkê bizirre, paşê jî xwe ji vê civakê bihesibîne. Jixwe birrek heye ku hindik maye wê xiyaneta xwe ya li gelê xwe dike rewa bike. Hêzên berxwedêr û têkoşer gunehbar dike û hewl dide dilê gel bi wan bişewite. Bi vî awayî jî dikin ku xeta stûr a di navbera xiyanet û welatperweriyê de ewçend zirav bibe hema xuya neke.

Di nava “bîreweriya Kurd” de jî nexweşiyeke bi vî rengî heye. Gelek lalûte û barûte hene. Bi gotina “ez serbixwe me” şûrê xwe dikişînin û mîna Ehmedê Xanî di Nûbara Piçûkan de gotî “… li ser çîkê xelkê dimeşin.” Li ser navê gelekî bindest evçend pozbilindî elametê hayjixwenebûnê ye û di van şert û mercan de ev ji asîmîlasbûnê pêve tiştekî din îfade nake.

Ji bo civak di warê berxwedan û têkoşeriyê de bibe civakeke li dijî vê dewlet û civaka wê, divê serwext û bîrewerên civakê bi erka xwe rabin. Dev ji wêjeya pepûkî û rebeniyê berdin; li cem gelê xwe cih bigirin û nikaribin tiştekî bikin bi kêmanî divê bi qasî xwîna dirije qedrê hubra xwe bizanibin û bi berpirsiyarî tevbigerin. Kurdînûsiya li cem civaka Kurd a têkoşer cih negire ew ê nêzî dijmin be û ew ê bibe weke kurdiya cerdevanekî ya bi dijmin re rûdinê. Qelema Arîn Mîrkan nebîne û qala Kobanî bike bi dijmin re ye. Rojnamevaniya eskerên artêşa Tirk rewa û gerîlayan nerewa îfade bike, ew rojnamevanî bi Kurdî be jî di xizmeta dijmin de ye. Di vê de virde wirde nîne. Di welatperweriyê de xetên stûr ên hatine ziravkirin û heta qetandin sebeb in, em her roj nûçeyên bi êş bibihîsin. Ma naxwe dijmin hêza xwe çi ye? Divê em ruhê dijmin ji nava xwe û ji nava pratîka xwe derxin. Bi Kurdî rabin û rûnin, û bi mejiyê Kurdî yê azad û serbixwe bimeşin.

parvê bike

Rêşad SORGUL

Nivîsên Rêşad SORGUL

Bi ruhê Kobanê
27 Çileyê

Qorekî rast
13 Çileyê

Xirab ketiye!
23 kanûnê

Kirasguhertin
16 kanûnê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.