Bi neftê êrişî huner kirin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 21 Cotmeh 2020 - 22:07

  • 3ʼyê Cotmehê êrişkaran 70 berhemên li muzeyên Berlînê texrîb kirine.

Li Berlînê êrişa herî mezin a piştî şerê cihanê ya li dijî berhemên hunerî li Elmanyayê çêbû. Li gorî agahiyên muzeyan û polêsan parvekirî, 3ʼyê Cotmehê êrişkaran 70 berhemên li muzeyên Berlînê texrîb kirine.
Li gorî agahiyên ji çapemeniya Elman, êrişkaran şielemeniyeke neftî li berheman kiriye û vê şilemeniyê şopeke jênaçe li ser tabûtên ji misra kevin, peyker û wêneyên boyaxkirî yên ji sedsala 19ʼan hiştiye. Li gorî rojnameya Die Zeitê herî kêm 70 berhemên li muzeyên Pergamonmuseum, Neuen Museum, Alten Nationalgalerie û çend cihên din ên li Museum Insel (Girava Muzeyan) li Berlînê bi vî rengî hatine texrîbkirin. Ev jî mezintirîn êrişa li dijî berhemên hunerî ye li Elmanyaya piştî Şerê Cihanê yê Diduyê.
Polês lêpirsînek daye destpêkirin û ji kesên 3ʼyê Cotmehê bilêta ji bo muzeyan kirî re jî name nivîsand da ku, heger agahiyeke wan hebe, yan şahidî kiribin, agahiyê bidin polês.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.