Bi muzakereya bi Ocalan û PKK'ê re
Çarşem 12 Mijdar 2025 - 03:50

- Prof. Vicenç Fisas anî ziman ku pirsgirêka bingehîn a li pêşiya pêvajoyê ew e ku bi Rêber Apo û PKK'ê re muzakereyeke yekser nayê meşandin û got:"Aştiya mayinde bi muzakereyeke berfireh a bi Ocalan û entegrasyona ewle ya PKK'yiyan dibe."
Pisporê muzakereyên aştiyê Prof. Vicenç Fisas Armengol ku bi karên xwe yên li ser pêvajoyê aştiyê yên li tevahiya cîhanê tê naskirin, têkildarî çareseriya şer û pêvajoya diyalogê, her wiha çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji ANF'ê re axivî.
Li gorî Prof. Vicenç Fisas Armengol pêvajoya heyî ne pêvajoyeke aştiyê ya ji rêzê ye û got:"Ji ber ku di vir de muzakereyeke yekser di navbera aliyan de nîne, ku bi giranî bi vî rengî dibe. Muzakere bi rêya navbeynkaran tê meşandin; ev jî DEM Partî ye. Ev rewş dişibe wê modelê ku di muzakereyên beriya niha de yên navbera salên 2012-2014'an de hate meşandin. Lewma ez ji vê yekê re nabêjim pêvajoyeke aştiyê, dibêjim pêvajoyeke hevdîtin an jî hewldanan. Ji ber ku li holê ne rojevek heye ne jî sozek heye ku dewletê berê daye.
Pêvajoyeke welê heye ku PKK bi rengekî yekalî dimeşîne. PKK'ê destpêkê biryar da ku têkoşîna çekdarî biterikîne. Piştre jî bi rêya qenalên kevneşop ên siyasetê, yanî bi rêya Parlamentê projeyeke siyasî hate danîn. Pêvajoya bêçekbûnê destpê kir, lê li cihekî sekinî; em dikarin vê yekê piştre binirxînin. Lê belê heta niha bi dîtina min pirsgirêk ew e ku hikumetê di berdêla gavên PKK'ê avêtine de soz nedane. PKK weke komeke çekdar xwe fesix kir, lê belê hîn çek bi temamî dananiye. Lê belê eger biryara terikandina têkoşîna çekdarî da be, ya normal ew e ku hikumet divê ji bo endamên PKK'ê di mijarên hiqûqî, qanûnî û ewlekariyê de hêsankarî bikira. Bi taybetî diviyabû ewlehî bida wan kesan ku weke şervanên kevn êdî dikarin bêne pênasekirin. Mînak, hin kesên girîng diviyabû bihatina berdan; mînak diviyabû Ocalan azad bibûya. Weke gavên navberê jî gelek tişt hene ku dikarin bêne kirin. Roja ku PKK'ê ragihand ku ew dest ji çekan berdide, diviyabû 'bernameyeke entegrasyonê' yanî DDR (Disarmament Demobilization, Reintegration) plan kiribûya. Di hemû pêvajoyên aştiyê de yên li cîhanê ev rewş bi vî rengî ye. Bi giranî di pêvajoyên aştiyê de dema lihevkirinek dibe, bernameyên bi vî rengî bi cih têne anîn; bêguman lihevkirin tê wateya muzakereyê. Di vir de rewş ne bi vî rengî ye. Tenê hin hewldan hene."
Gotina ‘terorê’ ne rast e!
Prof. Vicenç Fisas Armengol destnîşan kir ku mijareke din a ku divê êdî bê nîqaşkirin û qebûlkirin ragihandina efûyeke giştî ji bo mehkûmên Kurd e ku ji ber sedemên siyasî hatine girtin û got:"Ev yek normal di hemû pêvajoyên aştiyê de tê kirin û li Tirkiyeyê ya kêm maye ew e. Lê bi israr dibêjim; pirsgirêka bingehîn a pêvajoya heyî nebûna muzakereyeke yekser e. Ji vê jî wêdetir Serokkomar Erdogan ti carî têgeha 'PKK'ê bi kar nayne, ti carî. Tenê qala terorê, qala Tirkiyeyeke ji terorê paqijkirî dike; lê belê PKK'ê weke muxatabekî rewa nabîne. Halbûkî di hemû pêvajoyên aştiyê de naskirina hêza li hemberî xwe weke hêzeke rewa rewşeke asayî ye. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku muzakereyeke yekser nîne. Her kes zane ku ev pêvajo beriya destpê bike, yanî salek berê di navbera dewletê û Ocalan de li girtîgehê hevdîtin hebûn. Lê belê em nizanin bê di van hevdîtinan de li ser hin mijaran lihevkirin çêbû yan na. Herî kêm ez pê nizanim."
Divê destwerdana li Sûriyeyê nebe
Prof. Vicenç Fisas Armengol anî ziman ku xusûseke din ew e ku di vê pêvajoyê de divê destwerdanek li Sûriyeyê nebe û got:"Ji ber ku pêvajoya li Sûriyeyê divê bi tempoya xwe û bi pêvajoya diyalogê ya bi hikumeta Sûriyeyê ya heyî re bimeşe." Armengol têkildarî pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê mînak da û bi bîr xist ku muzakereyên bi FARC'ê re çar sal û nîvan dewam kir û got:"Beriya wê jî muzakereyên pêşî, yanî asta keşfê du salan dewam kir. Yanî bi giştî şeş sal û nîvan pêvajoyeke diyalogê ya bê navber hebû. Ji asta keşfê û pê ve ez di nava vê pêvajoyê de bûm. Min dikarîbû tevkariyê li wan belgeyan bikim ku aliyan didan hev. Piştre jî dema muzakereyan destpê kirin, derfetê min çêbû ku biçim Kolombiya û Kubayê û bi aliyan re biaxivim.
Dema ku krîz rû didan -ku gelek caran rû didan- min dikarîbû bi wan re biaxivim û pêşniyaran pêşkêş bikim. Yek ji tiştên ku destpêkê min dît ew bû ku mijarên di rojevê de diviyabû herî dawî bihatina nîqaşkirin, herî zêde dihatin taloqkirin. Halbûkî ev mijar diviyabû berê hatibûna amadekirin. Divê tîmên welê hebin ku meseleyên di dawiya rojevê de bêne hiştin li ser wan bixebitin û ji roja dawî re nehêlin. Lê belê li Tirkiyeyê rojeveke bi vî rengî nîne. Pirsgirêk jî ev e. Lewma bi qasî ku dibînim hikumet reaksiyonê nîşanî firsendan nade; li şûna vê yekê qala gotinên xwişk-biratî, lihevkirin û aştiyê dike. Ev gotinên xweş in lê belê nayê ti wateyê. Ya girîng ev e: Wê kîjan qanûn bêne derxistin? Wê kîjan gavên cihê baweriyê bêne avêtin? Dubare dikim, divê hin kes êdî azad bibin. Niha ev wezîfe hemû ji komîsyona li parlamentê re hatiye hiştin; gelek tişt hene ku divê bikin. Hêvîdar im ku wê karibin vê pêvajoyê di dema herî kurt de biqedînin û hikumet jî bi avêtina gavên şênber li ser rêya lihevkirinê bimeşe. Ne bi gotinê, lê bi pratîkê."
ANF/SERKAN DEMÎREL













