Bi mîzaha reş ‘çopên binhişê’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 29 Çile 2024 - 04:30

  • Îllûstratorê Arjantinî Matias Almargen bi berhemên xwe naxwaze ber dilê xelkê xweş bike. Berevajî vê yekê ew bi şêwaza “mîzaha reş” xelkê aciz dike bi van berhemên xwe yên bi hêrs û nelihev. Ew van berhemên xwe weke “çopên derhiş” jî pênase dike.

Dîtbariya afirîner rengên dîtir ên nihêrîna li civakê ber mirovan dixin. Hin tiştên ku em dizanin û hîs dikin lê nikarin rave bikin bi saya van berhemen dîtbarî xweşiktir tên famkirinê. Nexasim jî karîkatûr û îllûstrasyon bi rêya mîzahê hin qewimîn û bûyeran baştir rave dikin. Her wiha ew bi figûr û xêzên xwe bîner çalaktir dikin û dikin ku bîner bifikirin û pirsan jî bikin. Gava mirov berê xwe dide îllûstrasyonên Matias Almargen û bi hûrgiliyên îllûstrasyonên wî dadikeve mirov tê derdixe ku ew dixwaze aciziyekê bi bîner re çêbike û her wiha gelek pirsan jî ava dike di serê bîner de.

Matias Almargen îlûstratorekî Arjantînî ye. Ew li peytexta Arjantinê, Buenos Airesê dijî. Ew bi îllûstrasyonên xwe portreyên vê sedsalê teswîr dike, portreyên bi qeswet ên civakê. Ew di îllûstrasyonên xwe de bi babetên weke teknolojî, mezaxtin, medya û têkiliyên insanan dadikeve û gava van babetan şirove dike jî şêwaza “mîzaha reş” bi kar tîne. Ew vê şêwazê bi awayekî balkêş û serketî bikartîne. Amdre Breton ji bo “Mîzaha Reş” digot; “Ew tekana lûksa mirovên ronakbîr e.” Berhemên Matias Almargen jî bi vê hişmendiyê hatine çêkirin û di her berhemeke xwe de rêzê digire ji mirovên ronakbîr re da ku li ser xebatên wî bifikirin û bi pirsan bixerikin.

Ne ji bo dilxweşî û razîkirinê

Matias Almargen balê dibe ser “dilxweşî” û “razîkirin”a xelkê û dibêje, “Armanceke min a ku ez xelkê bi hin tiştan kêfxweş û razî bikim tine ye.” Ji xwe berhemên wî bi xêz û mijarên xwe xelkê sergêjî dikin û beriya bîner bi van berheman kêfxweş bibin ew “şok” dibin û şaşwaziyek ecêb bi wan digire. Armanca Almargen jî avakirina vê şaşwaziyê ye, ji lewma ew dibêje, “ji ber ku berhemên min tiştên bi qisûr nîşan didin di heman demê de xelkê aciz jî dikin. Jixwe min jî ev berhem bi vê niyete çêkirine, dixwazim bîneran bi hin tiştan aciz bikim.”

‘Çopên derhişê’ yên nelihev û bi hêrs

Matias Almargen îllûstrasyonên xwe weke berhemên “tengav, nelihev û bi hêrs” jî pênase dike. Lê her wiha ew bi pênaseya “çopên derhişê” jî berhemên xwe dinirxîne. Ji lewma ew di van îllûstrasyonên xwe de bêhtir bi derhişa insanan dadikeve û tiştên di kûrahiyê de bi cih bûne rave dike. Matias Almargen dibe ku zêde neyê zanîn û naskirin lê ev berhemên wî di derbarê rewşa insanên îro de gelek tiştî rave dikin û tînin ziman. 

BUENOS AIRES

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.