Bi mekatronîkê xizmeta Rojava dikin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 21 Sibat 2023 - 02:45

ŞÊRÎN MİHEMED/JÎNHA/QAMIŞLO

 

Zanîngeha Rojava sala 2016’an li bajarê Qamişlo yê Rojava, di nava şert û mercên dijwar ên şer de hate avakirin. 7 xwendekarên ku di navbera salên 2021-2022’an de ji fakulteyên endezyariyê û Enstîtuya Zanistên Teknîkî ya Zanîngeha Rojava mezûn bûn, yekem car e beşdarî projeyên endezyariya teknîkî bûn. Xwendekarên ku ji Çile ve projeyên xwe nîşan didin, diyar kirin ku ew zêdetir li ser xebatên hawirdorparêziyê rawestiyane.

Xwendekara Beşa Endezyariya Mekatronîk a Zanîngeha Rojava, Canda Mele Xelîl da zanîn ku ew weke xwendekarên Zanîngeha Rojava bi projeyên nû beşdarî yekemîn pêşangeha teknolojîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye û wiha peyivî: “Weke xwendekar me hewl da ku bi projeyan hevkariya cîhanê û civaka xwe bikin. Hemû proje ji aliyê xwendekaran ve di bin çavdêriya mamosteyên zanîngehê de hatine kirin, bêyî alîkariya kesekî din. Cara yekem e ku xwendekarên zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî pêşangeheke bi vî rengî dibin. Me ji cîhanê re îsbat kir ku xwendekarên Zanîngeha Rojava, tevî hemû zehmetiyên li herêmê li ber xwe didin.”

Proje li ser pêdiviyên jiyanî ne

Canda Mele Xelîl bal bire ser naveroka projeyê û got; “Pirraniya projeyên xwendekarên Zanîngeha Rojava li ser pêdiviyên jiyanî bûn. Lêkolînên ji bo bipêşxistina hilberîna sebze û fêkî di nav projeyên herî bikêrhatî de ne. Çandinî, robotên agirkujiyê. Kursiya kontrolê ya ji dûr ve ji bo mirovên xwedî pêdiviyên taybet a bi enerjiya rojê. Me modeleke piçûk a keştiyê ya bi kontrola ji dûr ve hilberand. Ji hêla din ve, projeyeke cotkarê robot heye ku ji bo alîkariya mirovên ku di şer û nexweşiyan de endamekî laşê xwe ji dest dane, heye. Heger derfet hebin, em ê hewl bidin ku projeyên xwe zêdetir bi pêş bixin.”

Weke jin me zehmetî dît

Canda Mele Xelîl diyar kir ku di dema ku weke xwendekarên jin zehmetiyên wan zêdetir bûn û got; “Ev ji bo me xwendekaran tiştekî nû ye. Proje herî zêde li ser teknolojiyê, elektrîk, amûr û bernameyan hatiye avakirin û mijareke me ye. Di naskirinê de em zehmetiyan dikişînin. Me beşdarbûna xwe ya fuarê ji bo xwe weke gaveke mezin nirxand."

Canda Mele Xelîl diyar kir ku niha 6 xwendekar li ser projeyên xwe yên derçûna zanîngehê dixebitin û ji bo hêsankirina jiyanê, divê teknolojî bê bikaranîn: “Ji ber ku beşa Teknolojiyê yek ji beşên zehmet e, hejmara xwendekarên ku dikevin vê beşê hinekî kêm e, lê êdî hewcedariya civaka me heye bi kesên pisporê mekatronîkê. Bila xwendekar bikevin vê beşê û girîngiya teknolojiyê di jiyana mirovan de û bi taybetî di civaka me de fêhm bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.