Navenda Çanda Êzîdxanê bi dirûşmeya ‘Em ê bi çand û hunerê xwe dagirkeriyê têk bibin’ li Elmanyayê kongreya xwe ya diduyan li dar xist.
Navenda Çanda Êzîdxanê li derveyî welat kongreya xwe li bajarê Elmanyayê Lohne li dar xist.
Kongre bi rêzgirtina ji bo cangoriyên Fermana 74’an dest pê kir. Piştî hilbijartina dîwana ji 3 kesan, kongre bi rê ve çû. Di kongreyê de li ser navê KCCÊ´yê Cercûr Cemîl li ser rewşa dawî ya welat, Şengalê û li ser rewşa Êzdayetiyê axivî.
Hunermend Seyidxan jî li ser navê Tev-Çandê qala çand, huner û xwerêxistinkirinê kir.
Di kongreyê de piştî axaftina nûnerên saziyan, rapora kar û xebatê ya 2 salan hate xwendin û li ser raporê nîqaş hatin kirin.
Di dawiya kongreyê de 9 kes ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin. Rêveber wê piştre bicivin û karbeşiyê bikin.
ANF/LOHNE