Bi îradeya xwe ambargo têk birin

Sêşem 10 Çile 2023 - 00:04

Xelkê Mexmûrê bi hêz, îrade û biyardariya xwe ambargo pûç kir û di gelek waran de; xwe bi rêxistin kir. Xelkê kampê bi rayedarên Iraqê re jî gelek hevdîtin kirin. 

Hevşaredarê Wargeha Penaberan a Mexmûrê Bedran Pîran li ser miajrê ji ANF’ê re axivî.

Pîran bi bîr xist ku ev 3 sal û nîv in PDK’ê ambargo daniye ser wargehê û got, “Ev ambargoya ku li ser me hatî danîn, temamê aliyên jiyanî dikevine navê. Hinek ambargo hene, tu dorpêç dikî û nahêlî kes derkeve. Hinek hene ku tu pê rêgiriyê dikî. Lê ev ambargoya ku niha li ser me heye, ji Tîrmeha 2019’an heta niha, tevahiya aliyên jiyanî dihewîne. Yanî ji tenduristiyê heta bi perwerde, xizmetguzarî û karkertiyê, ji her alî ve ambargo heye.” 

 

Zextê li kesên xêrxwaz jî dikin

Pîran da zanîn ku piştî 2019’an ji ber ambargoyê di warên tenduristî, perwerde û xizmetên şaredariyê de wan zehmetî kişandiye û got; “Berê kesên welatparêz, xêrxwaz û dilsoz ên li bajarên din ên Başûrê Kurdistanê, bi me re dibûn alîkar. Lê ji ber ambargoyê û zexta dewleta Tirk, kesên xêrxwaz û dostên ku berê alîkarî didan, êdî wan jî ti alîkarî neda. Me carekê miracaet kir da ku em ji Hewlêrê hin kel û pelên ji bo şaredariyê pêwîst bînin wargehê, lê bi ti awayî rê nehat dayîn. Gelek nexweşên me êdî nedikarin biçin bajarên Başûrê Kurdistanê û derman bibin û ev jî bû sedem ku gelek nexweş wefat bikin.”

 

Divê mafê penaberiya siyasî bidin me

Pîran diyar kir ku piştî êrişa Hezîrana 2021’an, Iraqê xwest ku navenda xwe ya polîsan vegerîne û hevdîtinan dest pê kir: “Di hevdîtinan de soz dan ku di warê erzaq, gaz, perwerde û gelek aliyên din de, alîkariya pêwîst bidin. Mafê penaberekî siyasî di welatekî de çi ye, em hêvîdar in ku dewleta Iraqê wan mafên penabertiya siyasî bide me. Dema em hatin vê wargehê, me di aliyê tevger û taybetmendiyên xwe de bandor ku navçe û gundên derdorê kiriye. Ango eger armancek a hikûmeta Iraqê hebe ku aramiyê li Iraqê çêke, divê wargeha Mexmûrê ji xwe re mînak bigire û rêzê jê re bigre.”

 

Alternatîf fikrên Rêber APO ne

Hevşaredar Bedran Pîran destnîşan kir ku kar û xebat û alternatîfên wan li ser esasê fikrên Rêber Abdullah Ocalan e û got; “Heger mirov bixwaze zêhniyeta dewletê ya di hişê mirov de hatî bicihkirin bişkîne, rê û alternatîf fikrên Rêber Apo ne. Xelkê wargehê jî bi van rê û alternatîfan, bi îradeyeke mezin li ber ambargoyê sekinî û ambargo pûç kir.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.