Bi hunerî ruhê xwe têr dike

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 19 Nîsan 2022 - 22:06

  • Gelek hunermend dema ruhê wan teng dibe, berê xwe didin xwezayê û li wir rehet dibin.

Gelek hunermend dema ruhê wan teng dibe, berê xwe didin xwezayê û li wir rehet dibin. Tenê rehet nabin her wiha li xwezayê afirîneriya wan jî bi pêş dikeve. Hunermend Julie Lai jî ruhê afirîneriyê di nav xwezayê de kifş kiriye û bi vê kifşkirina xwe dibêje, xwezayê ew baştir kiriye û kiriye ku ew bi hin tiştên nû jî bihise. Mirov dikare bibêje, wê bi vî hunerê xwe ruhê xwe têr kiriye. 

Julie Lai ji Hong Kongê ye û bi navê “Crysalis” projeyek çêkiriye. Di nav vê projeyê de gelek îllûstrasyonên bi enerijiya xwe bandoreke erênî li ser xelkê dihêlin, hene. Derbên firçeyên Julie Lai hişk nînin û fîgûrên xwe axlebe di nav xwezayê de nîşan dide.

Julie Lai ji bo îllûstrasyonên xwe dibêje, “Pratîka min a îllûstrasyonan dihêle ku ez manzereya dilê xwe kifş bikim. Di vê rêwîtiyê de ez bi hest, bibîranîn û ezmûnên xwe bi aweyekî rasteqîn dijîm. Ez bawer dikim ku ez xwe bi zimanekî otantîk tînim ziman, ji lewma ji karên min tê hezkirin. Liv û tevgera jiyana Hong Kongê pirr bi lez û bez e, lê bi saya xwezayê, ez ji vê lezbûnê dikarim xwe bidim alî û xwe aramtir hîs bikim. Formên organîk yên li xwezayê, bandorê li îllûstrasyonên min dikin.”

Çavkaniya îllûstrasyonên Julie Lai medîtasyonên wê bi xwe ne. Piştî medîtasyonê ew hîsên xwe yên xeyalî û fantastîk jî li van tabloyên xweşik zêde dike û bi vî awayî tabloyên xwe derdixe pêşberî bîneran.  

HONG KONG 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.