Bi hezaran dibistan ji bo Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 10 Tîrmeh 2022 - 21:03

  • Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamya (MED-DER) sala 2018'an hatiye avakirin û heta niha di warê Kurdî de gelek kes perwerde kirine.

Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamya (MED-DER) sala 2018'an hatiye avakirin û heta niha di warê Kurdî de gelek kes perwerde kirine. Herî dawî hefteya bihurî belgeyên serketinê yên 300 xwendekaran dan wan. Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî li ser rewşa zimanê Kurdî û perwerdehiya bi zimanê dayikê peyivî. 

Rifat Ronî da zanîn ku îsal wan 600 xwendekar mezûn kirine û got, miracaetên wan ên ji bo heyama nû jî dest pê kirine. 

‘Zextên dewletê dibin asteng’

Rifat Ronî da zanîn ku îsal di 21’ê Sibatê de wan dest bi xebatên perwerdehiyê kiriye û hezar kesî serî li kursên wan daye û ji van kesan nêzî 600 kesî mafê wergirtina belgeyên serkeftinê bi dest xistine. Ronî bibîr xist ku berê bi dehan sazî û komeleyên perwerdehiya zimanê Kurdî hebûn, lê piştî ku ew sazî ji aliyê dewletê ve hatin girtin hejmara xwendekaran jî kem bûye. Ronî got: “Ji aliyê civakê ve di warê xwedîderketin û hînkirina ziman de pirsgirek tine ye. Tenê zextên dewletê li pêşiya hînkirina zimanê Kurdî dibin asteng. Di salên dawî de gelek êriş li hemberî saziyên ziman çêbûn. Ji ber wê, dema em niha û salên 2006 û 2016’an didin berhev wê deme derfet zedê bûn. 38 şaxên KURDÎ-DER’ê hebûn û li hemû bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê dersen Kurdî dihatin dayin. Lê niha ji ber êrişan sazî kêm bûne, wekî MED-DER li Amedê, Arî-Der li Êlihê, Ferat-Der li Semsûrê... Niha ew hewl didin ku li bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê saziyên ziman vekin. Her çiqas zextên dewletê li hemberî zimanê Kurdî hebin jî, ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û yê fermî li vî welatî têkoşîna me jî wê bidome.”
 
Statuya zimanê Kurdî şert e

Rifat Ronî got, polîtikayên dewletê yên bişaftinê bi salane didomin û wiha peyivî: “Ji avabûna komarê ve polîtikayên dewletê yên tinehesibandina zimanê Kurdî didomin. Tiştekî balkêş e îro nifûsa Amedê 2 milyon e. Dema tu li hejmara dibistanên ku dersen Tirkî didin dinêrî, ew jî 2 hezar in. Ji ber wê em dibêjin, pewîst e statuya zimanê Kurdî bi qanûnan were misogerkirin û bi hezaran dibistan vebin û mamoste werin peywirdarkirin da ku daxwaza gelê Kurd bi cih were. 30 milyon Kurd li vî welatî hene. Milyon û 500 hezar mamoste hene, lê ji wan tenê 79 mamosteyên Kurdî hene. Ev bi xwe pirsgirek e. Lê dema em li peywirdarkirina wan mamosteyan jî dinêrin, bi vê helwêstê ne mumkin e ku dewlet vê daxwaza gelê Kurd bi cih bîne.”

Rifet Ronî da zanîn ku miracaetên kursên ziman ên MED-DER'ê didomin û ji bo tevlîbûnê bang li her kesî kir.  

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.